‘Tevî her tiştî wê têkoşîn bidome’
- 09:18 22 Kanûn 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Parêzer Ozlem Yilmaz diyar kir ku li Tirkiyeyê kesên li dijî polîtîkayên şer û binpênkirina hiqûq û mafan, dengê xwe bilind kirine her tim hebûne û got li ser civak û muxalefetê zext hene û divê têkoşîn bidome.
Mafên mirovan her tim hat binpêkirin û parêzvanên maf û kesên aştî xwestin, her tim li kolanan bûn. Ji Komeleya Rojeva Mafê Mirovan parêzer Ozlem Yilmaz ev mudaxaleyên hatine kirin wek ‘binpêkirina azadiya fikr, raman û rêxistinê’ nirxand.
‘Tenê di çarçoveya Tirkiyeyê de nirxandin wê kêm be’
Ozlemê destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Efrîn, Şengal û Mexmurê tenê di çarçoveya Tirkiyeyê de nirxandin wê kêm bimîne û wiha dirêjî da axaftin axwe: “Piştî duyemîn şerê cîhanê, pergala hat avakirin têk çû û bi vê re jî bernameyek navneteweyî ya ji bo aştiyê têbikoşe nemaye. Li Tirkiyeyê rêxistinên mafê mirovan her tim daxwaza aştiyê tînin ziman. Lê hûn dizanin li Başurêrojhilat, akademîsyonên ji ber şer aştî xwestin hatin îxrackirin û tên darizandin. Dîsa di dema operasyonên Efrînê de Serokê Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û rêveberên wê hatin binçavkirin. Dîsa ji Akademîsyonên Ji bo Aştiyê Gencay Gursoy ji ber aştî xwest rastî cezayê girtîgehê hat. Di vê pêvajoyê de bi rastî jî xwedî helwestbûna li dijî şer, gelek zehmet e. Hem ji ser facebook hem ji ser Twîtterê gelek doz hatine vekirin û li ser STK’yan pir zext hene.”
‘Divê têkoşîn bê dayîn’
Ozlemê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku kesê li dijî dijhiqûqî û şer dengê xwe bilind kirine her tim hebûne lê bi riya çapemeniyê dengê wan kêm hatiye bihîstin û wiha dawî lê anî: “Lê divê em dengê xwe bilind bikin û têbikoşin. Divê di alî hiqûqî de jî têkoşîn bê dayîn. Bi dehan kesên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin û ev binpêkirina azadiya fikr û ramanê ye.”