'Ez berxwedêrên rûmetê qet ji bîr nakim'
- 09:07 22 Kanûn 2018
- Rojane
Şaristan Mahir-Nûpelda Têkoşîn
ŞENGAL - Jina bi navê Edlê Xelef a ji Şengalê ku bûye şahidê gelek zehmetiyên jiyanê wiha dibêje:"Di nava vî şerê dijwar de gelek kesên min ji wan gelekî hez dikir şehîd ketin. Yek jê biraziyê min Ezîz (Egît) ê din jî Mam Zekî Şengalî bû. Ez van berxwedêrên rûmetê qet ji bîr nakim."
Edlê Xelef a ji Şengalê ku di nava şertên dijwar de, di xaniyekî du ode ye de dimîne û bûye şahidê şehadeta gelek berxwedêran diyar dike ku ew qêmiş nake ku li wêneyên berxwedêrên ku ji bo doza azadiya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û wiha dibêje:"Me wekî Êzidî gelek zehmetî kişandin. Lê di oxira têkoşîna ji bo azadiyê de me gelek bedel dan. Dema ku ez sindoqa xwe vedikim û dixwazim ku li wêneyê biraziyê xwe Ezîz (Egît) û Mam Zekî Şengalî binêrim ez qêmîşî wan nakim çavên min tije dibin."
'Ez pir dixwazim biçim ser gora Mam Zekî'
Edlê wiha got:"Eziz dilê wî gelek paqij bû. Her rûken bû. Wî û Mam Zekî Şengalî li dû xwe şopa berxwedanek mezin hiştin. Min ji wan gelek hez dikir. Ez hêvî dikim ku têkoşîna wan a ji bo doza azadiya gelê Kurd ew ê bigihêje armanca xwe. Ji ber ku pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene ez nikarim biçim ser gora Mam Zekî. Hêvî û daxwaza min ew e ku ez rojekê biçim ser gora Mam Zekî. Ez pir dixwazim biçim ser gora Mam Zekî."
'Ez berxwedêrên rûmetê qet ji bîr nakim'
Edlê herî dawî wiha got:"Di nava vî şerê dijwar de gelek kesên min ji wan gelekî hez dikir şehîd ketin. Yek jê biraziyê min Ezîz (Egît) ê din jî Mam Zekî Şengalî bû. Ez van berxwedêrên rûmetê qet ji bîr nakim. Me wekî Êzidî gelek zehmetî kişandin. Lê di oxira têkoşîna ji bo azadiyê de me gelek bedel dan. Dema ku ez sindoqa xwe vedikim û dixwazim ku li wêneyê biraziyê xwe Ezîz (Egît) û Mam Zekî Şengalî binêrim ez qêmîşî wan nakim çavên min tije dibin. Ez ê her xwedî li têkoşîna wan derkevim."