Jinên Hesekê: Dê Erdogan negihêje armanca xwe

  • 09:03 22 Kanûn 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Endamên Rêveberî û Hemşîreyên Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn a li Hesekê bertek nîşanî gefên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin:"Pêwsît e li dijî gefên Erdogan seferberiyek hevpar bê kirin. Em ê têbikoşin û dê Erdogan negihêje armanca xwe."
 
Endamên Rêveberî û Hemşîreyên Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn a li Hesekê bertek nîşanî gefên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin:"Çi dibe bila bibe em ê nehêlin zihniyeta faşîst û dagirker ling biavêje ser axa me."
 
'Em ê li dijî gefên Erdogan heta dawiyê xwe biparêzin'
 
Endama Rêveberiya Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn Şêrîn Ismayîl nerazîbûna xwe ya li dijî gefên Erdogan anî ziman û wiha got:"Erdogan bi gefên xwe yekîtiya gelan hedef digire. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gavên girîng û berbiçav hatin avêtin, êdî ferq û cûdahî ji holê hate rakirin û yekîtî û wekhevî hate avakirin. Lewma Erdogan wekheviya gelan hedef digire û naxwaze hemû gel di nava aramiyê de bijîn. Em ê li dijî gefên Erdogan heta dawiyê xwe biparêzin."
 
'Dê Erdogan negihêje armanca xwe'
 
Hemşîre Nûhat Mistefa jî wiha got:"Em wekî Heyva Sor û Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn ji hemû rengên êrîşan re amade ne, bi hemû derfetên xwe em ê bi gelê xwe re bibin alîkar. Erdogan dixwaze tevahî Rojhilata Navîn dagir bike. Lê em ê li dijî vê zihniyeta qirêj her li ser piya bin. Pêwsît e li dijî gefên Erdogan seferberiyek hevpar bê kirin. Em ê têbikoşin û dê Erdogan negihêje armanca xwe. Çi dibe bila bibe em ê nehêlin zihniyeta faşîst û dagirker ling biavêje ser axa me."