ROJEVA 22'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 22 Kanûn 2018
  • Rojev
*Endamên Rêveberî û Hemşîreyên Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn a li Hesekê bertek nîşanî gefên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin:"Pêwsît e li dijî gefên Erdogan seferberiyek hevpar bê kirin. Em ê têbikoşin û dê Erdogan negihêje armanca xwe." DÎMEN HEYE
 
*Berxwedan û têkoşîna jina Efrînê li Kantona Şehbayê di nav hemû şert û mercên zehmet de kêlî bi kêlî didome. Jina bi navê Xedîce Eloş a ji gundê Beradê ye û li Kampa Vegerê ya li Navçeya Şêrewayê bi cih bûye berxwedana xwe û karê xwe yê dirûtinê didomîne. Xedîceyê got:"Tevî hemû zehmetiyan a girîng ew e ku mirov dev ji têkoşîna xwe bernede. Ez jî niha têkoşîna xwe didomînim."DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Edlê Xelef a ji Şengalê ku bûye şahidê gelek zehmetiyên jiyanê wiha dibêje:"Di nava vî şerê dijwar de gelek kesên min ji wan gelekî hez dikir şehîd ketin. Yek jê biraziyê min Ezîz (Egît) ê din jî Mam Zekî Şengalî bû. Ez van berxwedêrên rûmetê qet ji bîr nakim."
 
*Qeyûmê şaredariyên Amedê xistine bin deyn, tevî nelêrêtiyên wan li her çar alî bajar afîş û pankartên ‘Me bêyî yek kuruş deyn ximzet ji gel re kir’, ‘Kar û barê me Amed e’ daliqandine. DÎMEN HEYE
 
*Çalakiya ji bo piştigirya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li Hewlêrê didome. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûne gotin:"Berxwedana ji bo bidawîkirina tecrîdê ji bo me rûmet e. Divê hemû kes li rûmeta xwe xwedî derkevin."
DÎMEN HEYE
 
*Endama MYK'a ESP’ê Sadiye Ok diyar kir ku krîza aborî herî zêde qada jiyana jinê teng kiriye û got fatura krîzê ne jin, divê desthilatdarî û patron bidin û ji vê divê hemû jin bên cem hev, xwe rêxistin bikin û têbikoşin.DÎMEN HEYE
 
*Muazzez Orhan a HDP’î diyar kir ku amadekariyên operasyona AKP’ê ya li hember Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê razemeniya hilbijartinê ye û wiha got: “Welat di alî aborî û siyasî de kirine tengezariyek mezin. Ew jî dizanin ku wê ji binê vê dernekevin. Êdî soza ku bidin gelan nemaye. Desthilatdarî ji bo bimîne, serî li polîtîkayên şer dide.”DÎMEN HEYE
 
* Navenda Çanda Mem û Zîn a ku li Cizîrê bi salan di qada hunerê de perwerde da hezaran xwendekarî, ji 2016’an heta niha girtiye. Tevî ku nehatiye morkirin, nayê zanîn ku çima navend nayê bikaranîn.
 
*Parêzer Ozlem Yilmaz diyar kir ku li Tirkiyeyê kesên li dijî polîtîkayên şer û binpênkirina hiqûq û mafan, dengê xwe bilind kirine her tim hebûne û got li ser civak û muxalefetê zext hene û divê têkoşîn bidome.DÎMEN HEYE
 
*Dîrektora Kampanyayên Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê Ruhat Sena Akşener wiha got: “Cezayê girtîgehê yên nayên taloqkirin, nêzîkatiya li hember parêzvanên maf nîşan dide. Li Tirkiyeyê di mafên mirovan de şûndeçûyin heye û divê ev bi dawî bibe.”
 
*Sakîne Yildiz a di 1984’an de ji ber polîtîkayên zextê neçar ma ji gundê xwe derkeve, diyar kir ku polîtîkayên wê demê bi ser ketin lê ew dîsa vegeryane gundê xwe û bersiva esas dane. Sakîneyê anî ziman ku ew li dijî kesên ku ew belav kirine vegeryane gundên xwe. DÎMEN HEYE