HDP û DBP'ê binçavkirin şermezar kirin
- 16:00 21 Kanûn 2018
- Rojane
WAN – Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Wanê 7 kesên hatine binçavkirin bi daxuyaniyekê binçav kirin. Rêveberan diyar kirin ku beriya hilbijartinê dixwazin hêza wan bişkînin û destnîşan kirin ku bi van binçavkirinan nikarin gavan paşve bidin avêtin.
Polisan di saetên serê sibê de bi ser malên hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de rêveberên HDP, DBP û dayikên Aştiyê jî di navde 7 kes binçav kirin. Endam û rêveberên HDP, DBP û Meclîsa Dayikên Aştiyê li avahiya HDP'ê ya Wanê daxuyanî dan û binçavkirin şermezar kirin. Hevseroka DBP'e ya Wanê Aynur Tarhan, diyar kir ku polîsan di saetên serê sibê de Hevserok û rêveberên partiya wan û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di navde 7 hevalên wan li malê hatine binçavkirin û wiha got: "Polîsan derî şikandine û ketine mala hevalên me. Hevalên me ji ber daxuyaniya hefteya borî hatine binçavkirin. Ev yek, ne cara ewil e û ne cara dawî ye. Dixwazin em ker, kor û lal bin. lê em tu carî ker, kor û lal nabin. Em du carî gavan paşve navêjin. Di vê pêvajoya hilbijartinê de dixwazin em gavan paşve bavêjin. Lê em gavan paşve navêjin. Dayikên me yên 70'ê salî destê wan li pişt wan kelepçe kirine û binçav kirine. Ev yek nayê qebûlkirin. Em dê bi ser bikevin teqes em dê bi ser bikevin."