Meşa jinên ciwan a bi erbaneyan

  • 15:45 21 Kanûn 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Jinên Ciwan ên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji saziya xwe bi erbaneyan heya ber çalakiya greva birçîbûnê meşiyan.
 
Jinên Ciwan ên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî di çarçoveya çalakiyên ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de meşek bi erbaneyan li dar xistin. Meşê ji Saziya Ciwanan a Wargehê dest pê kir heta ber Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê dewam kir. Greva birçîbûnê li Saziya Malbatên Şehîdan ev 6 roj  in berdewam dike. Di meşê de pankartên weke ‘Bi pêşengiya jinên ciwan, em ê tecrîdê bişkînin’ û ‘Sonda me ye em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ hat hilgirtin. Piranî jinên ciwan di meşê de tîşortên kesk û sor ên li ser wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heyî li xwe kirin û dirûşmên weke ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Serok roja me em agirê dara wî’, ‘Kesek nikare roja me tarî bike’, ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistan’ û ‘Em jinên ciwan bi te re ne Ocalan’ berz kirin. Piştî ku jinên ciwan gihan ber Saziya Malbatên Şehîdan li wê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê jina ciwan Rojîn Bayram ve hat xwendin. 
 
Rojîn diyar kir ku ew ê weke jinên ciwan li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin û wê her dem di nava çalakiyan de bin û got: 
 
"Em weke jinên ciwan tecrîdê napejirînin. Rêberê me ji bo me jinên ciwan xeta sor e. Heta ku tecrîda ser Rêberê me hebe divê tu kes di mala xwe de nesekinin. Em ê weke jinên ciwan girêdana xwe ya bi Rêberê xwe re di nava çalakiyan de bidin nîşandan. 
 
Ji ber tecrîda girankiri ya li ser Rêberê me li hemû qadan û zindanan çalakiyên greva birçîbûnê hatine destpêkirin. Weke Rêxistina Jinên Ciwan ên Mexmûrê ji bo Rêberê me yê ku sedema jiyan, vîn û hebûna me ye pêwîst e em jî dengê xwe bilind bikin. Her ku em bêdeng dimînin rewşa tecrîda li ser Rêberê me weke ku bûyerek ji rêzê ye tê destgirtin. Em baş dizanin ku girêdanbûyîna gelê Botanê ya bi Rêberê xwe re mezin e. A niha dem dema vê nîşandayînê ye. Rêbertî ji bo me tê çi wateyê divê dost û dijmin her kes bibine. Ji bo vê jî hewce ye tevahî jinên ciwan vê weke erka xwe ya herî sereke bigirin dest û tevlî çalakiyan bibin."
 
Rojîn balkişand ser êrîşên di rojên derbasbûyî de li ser wargehê pêk hat û wiha domand: "Dixwazin bi êrîşan gelê me bê vîn bihêlin. Lê bila baş bizanin her diçe em jinên ciwan bihêztir dibin. Wê tu carî nikarin bi êrîşan çavên me bitirsînin. "
 
Dema ku çalakvan gihaştin cihê çalakiya greva birçîbûnê gelê wargehê jî li dora wan kom bûn û piştevaniya çalakiya wan kirin. 
 
Piştî daxuyaniya jinên ciwan dirûşme hatin berzkirin. Paşê jî bi pêşengiya jinên ciwan dîlan hat girtin.