Di roja 44'an de ji Leyla Guven peyam: Em ê teqez bi ser bikevin

  • 13:27 21 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja çalakiya greva birçîbûnê ya 44'an de bi rêya keça xwe Sabiha Temizkan peyam şand. Leylayê di peyama xwe de wiha got:"Ez ji sedî sed bawer im ku çalakiya me dê bi encam bibe. Çimkî daxwaza min a hevalên min daxwazek mafdar e. Em ê teqez bi ser bikevin."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Leyla Guven di roja çalakiya greva birçîbûnê ya 44'an de bi rêya keça xwe Sabiha Temizkan peyam şand.
 
Sabiha Temizkan piştî hevdîtina telefonê ya heftane ya bi dayika xwe Leyla Guven re, diyar kir  ku dayika wê gelek kilo daye. Sabiha ev tiş got:
 
"Min di roja 44'an a çalakiya greva diya xwe Leyla Guven de hevdîtina telefonê pêk anî. Diya min gelek kilo daye.Dengê wê û moralê wê baş in. Dibêje ' Ez ê serîhildana xwe bidomînim. Ez ji sedî sed bawer im ku çalakiya me dê bi encam bibe. Çimkî daxwaza min a hevalên min daxwazek mafdar e. Em ê teqez bi ser bikevin'. Her wiha diya min hezkirina xwe anî ziman."