Çalakgerên 8 rojan di bin çavan de man: Em ê paşve gav neavêjin
- 13:21 21 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Çalakgerên greva birçîbûnê yên HDP’î yên 8 rojan dibin çavan de man û hatin berdan, diyar kirin ku ew ê li dijî zextan tu carî paşve gavan ne avêjin.
Li Amedê rêveber û endamên HDP’ê jî di nav de 35 welatî li dijî tecrîdkirina rêberê PKK’ê û bi boneya piştevaniya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 12’ê kanûnê de ketibûn çalakiya greva birçîbûnê û heman rojê ji aliyê bi sedan polîs ve hatin binçavkirin û duh hatin berdan, li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya partiyê civîna çepemeniyê li dar xistin. Hevserokê HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bûlûtekîn, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Îbrahîm Çîçek û Naşîde Toprak û gelek endamên partiyê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Hevserokê HDP’ê yê Sûrê Mehmet Alî Altinkaynak daxuyaniya bi Kurdî xwend û wiha got: “Bi armanca xwedî derketina daxwazên Leyla Guven, li vê derê ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê hat girtin. Lê çalakger bi awayekê bêhiqûq berî 8 rojan bi lêdanê hatin binçavkirin. Daxwazên Leyla Guven, daxwazên hemû gelên Tirkiyeyê ne.”
Mehmet Alî, diyar kir ku kes nikare bi awayekê ji rêzê nêzî Abdullah Ocalan bibe û wiha bilêv kir: “Em weke HDP’ê li vî welatî naxwazin xwîn û rondikên çavan birijin. Em li dijî şerin. Êdî hemû kes jî dizane di vî warî de rol û mîsyona Birêz Ocalan pir girînge. Em bi zelalî dibejin, şer tu carî ji bo Tirkiyeyê dê hizûrê neyîne. Em dixwazin bi bîr bixin ku, Birêz Ocalan ji bo hizûr û aştiya gelan bawerî û hêviyek mezine.”
Mehmet Alî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi armanca piştevaniya çalakiya Guven HDP’iyan li gelek bajaran dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin. Lê polîsan bi pêkanînên dijdemokratîk û faşîzane êrîşî çalakgeran kirin. Em van êrîş û tundiya polîsan şermezar dikin. Li dijî van êrîşên li ser partiya me, emê tu carî paşve gav ne avêjin û emê têkoşîna xwe ya mafdar berdewam bikin.”
Piştî daxuyaniyê, civîn bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşmeya “Dê zext nekarin me bêzar bikin” bi dawî bû.