Li girtîgehan komên nû dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin
- 11:17 21 Kanûn 2018
- Rojane
STENBOL - Denîz Kaya diyar kir ku li 10 girtîgehên 42 girtî ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê di 16’ê kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin e û koma duyem jî dê di 26’ê kanûnê de li 5 girtîgehan û koma sêyemîn jî dê di 5’ê çile de li 7 girtîgehan dest bi çalakiya bêdawî û bêdorveger bikin.
Denîz Kaya li ser navê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên bajarên herêmê û Tirkiyeyê girtiî ne daxuyanî da û got çalakiya greva birçîbûnê ya di 16’ê kanûnê de hatiye destpêkirin di roja 6’emîn de didome. Kaya bi bîr xist ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 3 sal li pey xwe hişt û got: “Gelê Kurdistanê û raya giştî ya cîhanê têkildarî Rêber Apo agahiyek nikare bigire. Em jî dixwazin hîn bibin ka Rêber Apo dijî an najî. Em nizanin li pergala îşkenceya Îmraliyê çi diqewime. 19 sal e îşekenceyek giran û zilmake mezin li Rêber Apo tê kirin. Dewleta Tirk dixwaze bi tecrîdkirin û îşkencekirina di şexsê Rêberiya me de tevahiya gelê me teslîm bigire û ji bo xwe bike kole. Dewlet dixwaze pergala xwe ya nijadperest û mêtinger berdewam bike.”
Deniz têkildarî çalakiya girtiyan a gireva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger ku ji bo azadiya Ocalan hat destpêkirin jî ev tişt got: “Dewelta Tirk û rejîma AKP û Erdogan heta îro bersiv nedaye daxwazên me. Bi operasyonana bersiv da gelê Kurd û gerîlayan. Em bi tu awayî van polîtîkayên faşîst û qirker qebûl nakin.” Kaya ragihand ku dê komên nû dest bi çalakiyên gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin û got: “42 hevalên me li girtîgehên tîpên cuda yên Gebze, Kandira, Panos, Wan, Xarpêt, Beşîkduzu, Bakirkoy û Amedê di 16’ê kanûnê de dest bi çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Çalakiya hevalên me di roja 6’emîn de bi biryardariyek xûrt didome. Hemû hevalên me bi bi bawerî, biryardarî û bêsebir dixwazin demek beriya demekê beşdarî çalakiyên greve bibin û ji bo azadiya Rêberiya me bedena xwe bidin birçîbûnê. Ancax em di çarçoveya bernameya hatiye diyarkirin de beşdariya çalakiya girîng dibînin.
Di vê çarçoveyê de di rojên pêş me de komên nû jî dê beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bibin. Koma duyem ên beşdarî çalakiyê bibin ji Girtîgeha Sîlîvri, Girtîgeha Tîpa F Jimara 1’an a Tekîrdag, Girtîgeha Jinan Jimara 2’an a Şakranê, Girtîgeha Odemîş û Girtîgeha Kirikkale pêk tên. Dê li van girtîgehan di 26’ê kanûnê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger bên destpêkirin. Koma sêyemîn jî dê li Girtîgeha Bandirma, Girtîgeha Alanya, Girtîgeha Kayserî, Girtîgeha Tarsûsê, Girtîgeha Tokatê Girtîgehên Hîlwan û Siwêregê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger di 5’ê çileya 2019’an de dest pê bikin.”
Deniz bi van gotinan dawî li daxuyaniya xwe anî: “Dema daxwazên me neyên bersivandin, çi tişta biqewime em berspirsyariya wê qebûl nakin. Tu pergala îşkence û tecrîdê nikar Rêber Apo teslîm bigire. Teqez û teqez wê gelê me bi ser bikeve. Wê siyaseta mêtingeriyê jî têk biçe. Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin di serî de bi serhildan û bi her cûreyî destekê bide çalakiyan û hemû raya giştî ya demorkatîk jî vedixwînin hestiyariyê.”