Çalakgerên greva birçîbûnê: Heta tecrîd bi dawî bibe em ê têbikoşin

  • 11:03 21 Kanûn 2018
  • Rojane
HEWLÊR-Çalakiya ji bo piştigirya greva birçîbûnê ya Leyla Guven bi koma 15'an didome. Jinên ku beşdarî çalakiyê bû gotin:"Em ê li berxwe bidin û tecrîda li ser Rêberê xwe bişkînin."
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger ya li bajarê Hewlêrê ku ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatiye destpêkirin bi koma 15’an dewam dike. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn hestên xwe anîn ziman û gotin:"Heta grev biqede ew ê di nava tevgerê de bin."
 
'Em ê tecrîda li ser Rêberê xwe bişkînin'
 
Çalakvana bi navê Reqiya Çetîn wiha nêrînên xwe anîn ziman: “ Ez wek welatparêzek ji bakurê Kurdistanê hatime bajarê Hewlêrê ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 44 roj in di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.  Wek tê zanîn ev sê sal in agahî ji Rêberê me nayê girtin û Rêberê me di bin tecrîtek girankirî de ye, em vê tecrîdê bi awayekî tund şermezar dikin. Tecrîda ku li ser Rêberê me tê meşandin berdewamiya kompiloya navnetewî ye, ev komplo ne tenê li ser Rêberê me ye di kesayeta Rêberê me de li ser tevahî Gelê Kurd e. Ji bo vê yekê jî dijminê gelê kurd ji bo ku me ji Rêberê me dûr bixe tecrîdê pêk tîne. Em wek çalakvanên gireva birçîbûnê bi tu şêweyî qebûl nakin ku ev tecrîd li ser Rêberê me berdewam bike. Ji bo ku ev tecrît bi dawî bibe çi ji destê me bê em ê heta dawî bikin. Em ê tecrîda li ser Rêberê xwe bişkînin. Wek ku em hemû dibînin li Rojavayê Kurdistanê jî şoreş hatiye destpêkirin û ev şoreş hîna berdewame, ji bo ku dijminê me vê şoreşê têk bibe û destkeftiyên ku li rojava hatin bidestxistin ji holê rake çi ji destê wan tê dikin. Em jî dibêjin dijminê gelê kurd çiqasî bi serme de were em ê jî ew qas li berxwe bidin û em ê tu carî li hemberî dijminê xwe serî netewînin."
 
Reqiyayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “ Ez bang li tevahî gelên cîhanê dikim ku ew jî dengê xwe li hemberî vê tecrîda li ser Rêberê me û di kesayeta Rêberê me de li ser tevahî gelên cîhanê tê meşandin de dengê xwe derbixin û li hember vê yekê bê deng nemînin. Di heman demê de ez bang li Neteweyên Yebuyî dikim ku ew jî dengê xwe li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me û zextên li ser gelê me bêdeng nemîne û dengê xwe derxîne. Ez di dawiyê de silavên xwe ji tevahî çalakvanên ku niha di girevên birçîbûnê de û ji Rêber Apo re dişînim, dubare tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikim."   
 
'Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî hevkarî ye'
 
Çalakvana bi navê Xurbet Özer jî wiha hestên xwe anîn ser ziman: “ Ez di destpêkê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me şermezar dikim. Wek tê zanîn Leyla Guven ji bo balê bikişîne li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir. Ji bo em balê bikişînin li ser tecrîda li ser Rêbertî û ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven bikin em jî li vir ketin gireva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger. Ez dibêjim ku ev tecrîda ku li ser Rêbertî bi tu şêweyî nayê qebûlkirin û ev tecrîd sûcek yê li dijî mirovahiyê ye. Divê ku her kesê xwedî bi şeref û namûs be divê li dijî vê sûcê mirovahiyê yê ku dewleta tirk li ser Rêbertiya me dimeşîne dengê xwe bilind bikin. Ez dibêjim ku bêdengiya NY'ê jî hevkariya tecrîdê ye. Dewleta Tirk dixwaze ji hemû aliyan ve êrişî destkeftiyên Gelê Kurd bike û wan destkeftiyan tune bike û ji holê rake. Lê belê bila dewleta tirk baş bizane ku wê ev êrişan bê bersiv nemînin û wê ev êriş negihin armanca xwe. Ji bo vê yekê jî heta ku em agahiyekê ji Rêberê xwe negirin em ê vê gireva ku me daye destpêkin dewam bikin.”
 
'Divê em bibin yek û li dijî neheqiyan rabin'
 
Xurbetê wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ez di destpêkê de bang li tevahî gelê Kurd û Gelê cîhanê dikim divê xwedî li nirxên xwe, Rêberê gelê Kurd derkevin û rabin ser piyan ji bo ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkînin û piştgiriya xwe ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven bidin diyarkirin. Di heman demê de ez bang li NY’ê jî dikim ku li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me bêdeng nemîne û bi erka xwe ya mirovahî rabe. Ez dubare tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar dikim û silavên xwe ji tevahî girtiyên zindanan ên ku niha ketine gireva birçîbûnê dişînim. Divê em bibin yek û li dijî neheqiyan rabin."
 
'Divê Kurd li hember tecrîdê bêdeng nemîne
 
Çalakvana bi navê Qûmrî Qasim jî di derbarê tecrîdê de wiha axivî: “ Ez jî wek çalakvanek û jinek Kurd a ji Bakurê Kurdistanê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me bi awayekî tund şermezar dikim. Ez wek çalakvanek jin ji bo piştgiriya Leyal Guven  ketime vê gireva bê dem û bi dorveger. Wek em hemû dizanin tecrîdek girankirî li ser Rêberê me tê meşandin ji bo em vê tecrîdê bişkînin divê ku em hemû gelê Kurd rabin ser piyan û li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”
 
'Ev tecrîd ne tenê li dijî Rêber Apo ye li dijî tevahî Gelê Kurd e'
 
Qûmrî Qasim wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ez ji Gelê Kurd û dostên Kurdan re û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa re dibêjim heta ku agahî ji Rêber Apo neyê girtin, heta ku em piştrast nebin ku tecrîd bi dawî bûye, em ê çalakiya xwe bidin berdewamkirin. Ev tecrîd ne tenê li dijî Rêber Apo ye li dijî tevahî Gelê Kurd e. Di heman demê de yê ku dibêje ez xwedî wijdan im divê ku vê tecrîdê bi tu şêweyî qebûl neke û divê ji bo Rêber Apo rabin ser piyan.”