'Em ê li berxwe bidin'
- 10:14 21 Kanûn 2018
- Rojane
Berçem Cûdî/Ilahma El-Oso
KOBANÊ-Bi deh hezaran gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên Erdogan meşiyan ber Koalisyona Navneteweyî ya li Gundê Xirab Aşiqê û peyama berxwedana li dijî gefan dan. Jinên ku beşdarî meşê bûn gotin:"Em ê li berxwe bidin û nehêlin ku tu kes axa me dagir bike."
Bi dirûşma "Lehengên me yên ku li dijî DAÎŞ'ê şer kirin nayên jibîrkirin" Bi deh hezaran gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên Erdogan meşiyan ber Koalisyona Navneteweyî ya li Gundê Xirab Aşiqê û peyama berxwedana li dijî gefan dan. Jinên ku beşdarî meşê bûn gotin:"Tu hêz nikare me ji axa me derxe."
Emel Mustefa got:"Em têkoşîna şehîdên xwe ji bîr nakin û em ê li ser şopa wan axa xwe biparêzin. Ji ber ku lehengên Kurd li dijî DAÎŞ'ê serkeftinek mezin bi dest xist, Erdogan vê yekê tehemmul nake. Em dibêjin ku li dijî gefên Erdogan em dev ji têkoşîna xwe berdandin û xeta me berxwedan e."
Şêrîn Ismayîl wiha got:"Em heta dilopa xwîna xwe ya dawî dev ji axa xwe bernadin. Divê koalisyon li dijî gefên dagikeriyê bêdeng nemîne û dagirkeran neparêze."
Jina bi navê Emîne Şahîn bertek nîşan da û got:"Me ji bo vê axa xwe bi hezaran şehîd daye, lewra jî ne hêsan e dagirkirina vê axê. Heger mirina me jî hebe bila li welatê me be. Mebesta Erdogan dagrkirina axa me û keda me ye. Dixwaze keda me bidize. Dê tu carî nikaribe axa me dagir bike."
Fadîle Oskelî got:"Em ê li berxwe bidin û nehêlin ku tu kes axa me dagir bike."
Endama komîteya rêxstinî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Efendî wiha got:"Erdogan li dijî DAÎŞ'ê şer nake û piştgiriyê dide wan. Gelê Kurd her dem li dijî çeteyan li berxwe daye û demokrat in. Erdogan bi zihniyeta xwe ya dagirker êrîşî demokrasiyê dike."
Endama Koordinasyona Kongreya Star Zerha Berkel got:"Em ê xwe li gor perspektifên netewa demokratîk bi rêxistin bikin û li berxwe bidin. Em baweriya xwe bi hêza xwe tînin. Mirovên ku li ser fikir û felsefeya jiyana azad û netewa demokratîk perwerde bûne, tu carî dest ji axa xwe bernadin."