Li Manisayê 41 xwendekar ji xwarinê jehrî bûn
- 09:56 21 Kanûn 2018
- Rojane
MANÎSA - Li Dibistana Amadekariyê ya Îmam Xetîba Keçan a Anadoliyê ya Şehid Suat Akinci ya Turgutluyê do bi şev 41 xwendekar ji ber xwarina êvarî jehrî bûn. Xwendakarên ku ji xwarinê jehrî bûn bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.
Li Dibistana Amadekariyê ya Îmam Xetîba Keçan a Anadoliyê ya Şehid Suat Akinci ya Turgutluyê do bi şev 41 xwendekar ji ber xwarina êvarî jehrî bûn. Xwendakarên ku ji xwarinê jehrî bûn bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Turgutluyê û ya Taybet a bi navê Egeumutê. Hat diyarkirin ku rewşa xwendekaran baş in.
Gerînendeyê Tenduristiyê yê Navçeyê Bijişk Bilgehan Hasyigit anî ziman ku dibe xwendekar ji ber donera mirişkan jehrî bûbin.