'Azadî û têkoşîn dê bi ser bikeve'
- 09:10 21 Kanûn 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de wiha got:"Leyla Guven ji bo azadiyê û ji bo demokrasiyê têdikoşe. Azadî û têkoşîn dê bi ser bikeve."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 44'an. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo got:"Jinên Kurd her dem xeta berxwedan û têkoşînê şopandine. Jinên leheng ên wekî Sakine, Zilan, Arin, Avesta her dem li dijî koletiyê li berxwe dane. Niha Leylayê jî wekî jinên leheng li dijî koletiyê li berxwe dide. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya Leylayê."
'Divê hemû mirov xizmeta aştiyê bikin'
Evînê got:"Hemû cîhan li dijî neheqiya dewleta tirk bêdeng in. Ev şermek mirovahiyê ye. Heger rêxistinên mafên mirovan û demokrasiyê yên navneteweyî ji dil bin dê li dijî vê neheqiyê rabin. Tecrîd aloziyan mezin dike û rê li aştiyê dike. Yên ku li dijî vê tecrîdê bêdeng dimînin xizmetê ji şer dikin. Ji bo jiyan û cîhanek aram divê hemû mirov xizmeta aştiyê bikin ne ya şer."
'Azadî û têkoşîn dê bi ser bikeve'
Evînê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Leyla Guven ji bo azadiyê û ji bo demokrasiyê têdikoşe. Azadî û têkoşîn dê bi ser bikeve. Jinên Kurd her dem xeta berxwedan û têkoşînê şopandine. Jinên leheng ên wekî Sakine, Zilan, Arin, Avesta her dem li dijî koletiyê li berxwe dane. Niha Leylayê jî wekî jinên leheng li dijî koletiyê li berxwe dide. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya Leylayê."