Jinên Colemêrgê: Dengê Leyla Guven bilind bikin tecrîdê bişkînin

  • 09:07 21 Kanûn 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - Çalakiya Hevseroka KCD û Parlementera HDP’ê Leyla Guven di roja 45’an de berdewam dike. Jinên Colemêrgî bertek nîşanî bêdengiya rayedarên dewletê dan û gotin ku daxwaza Leylayê daxwaza wekhevî û aşitiyê ye. 
 
Hevseroka Kongereya Civaka DemokratîK (KCD)  û Parlementera Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) Leyla Guven  ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe, dest bi greva birçîbûnê kiribû û çalakiya greva birçûbûnê ket roja xwe ya 45'an. Li her derên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo çalakiya Leylayê  piştgirî berdewam dike. Jinên Colemêrgê bertek nîşanî helwesta hikûmetê dan û bang li hemû jinan kir ku deng bidin dengê Leyla Gûven. 
 
‘Rewşa Leyla Guven ber bi xetereyê ve diçe divê hikûmet bi lez dawî li tecrîdê bîne’
 
Ji jinan Hediye Koç anî ziman ku daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû jinan e û got ku divê hikûmet bi lez gav biavêje û wiha axivî;” Em dixwazin ku parlementera me bê berdan. Ev 45 roj e bi ruhekê berxwedêrî di bin siya zilmê de bedena xwe li dijî tecrîdê kiriye mertal. Daxwaza Leyla Guven daxwaza bi mîlyonan e. Divê tecrîd bi dawî bibe û muzakere dest pê bikin. Hikûmet li dijî çalakiya Leylayê bêdengiya xwe berdewam dike. Em vê helwesta hikûmetê qebûl nakin. Rewşa Leylayê roj bi roj ber bi nebaşiyê ve diçe divê daxwaza wê bê cih û hikûmet bi lez bersiv bide dengê Leylayê. Bila jin rabin ser piyan û ji dengê Leylayê re bibin deng.” 
 
‘Leylayê bi vê daxwazê hikûmet daxwazî aşitiyê kiriye’
 
Gulê Polat jî bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û got ku divê civak li dijî tecrîdê dengê xwe bilindtir bike û wiha got:” Leyla Guven vîna me ye. Leyla Guven bi daxwaziyê hikûmet daxwazî aşitiyê kiriye. Divê ji her qadên civakî gelê me ji Leylayê re bibe deng. Ev dengê aşitiyê û wekhêviyê ye. Ger ku tecrît bi dawî bibe dê rê li aşitiyê bê vekirin. Çalakiya ku Leylayê daye destpêkirin li cîhanê deng veda. Niha ji bo piştgiriyê çalakî hatine destpêkirin, her roj êrîş dikin û binçav dikin û digirin. Em vê yekê qebûl nakin. Ev çalakiya çalakiyên demokratîk in.  Em heta dawiyê piştgiriyê didin Leylayê. Divê bi lez tecrîtê bi dawî bikin. Dengê Leylayê bilind bikin tecrîtê bişkînin.” 
 
‘Çalakiya Leylayê baweriya serkeftinê ye’
 
Herî dawî Emîne Atak jî daxuyand ku Leyla Guven li dijî zilma li ser gel bûye mertal û wiha dom kir;” Pêwîst e gelê Kurd hemû bi hev re ji çalakiya Leylayê re bibe deng. Ger ku hikûmet vê helwesta xwe berdewam bike ev ê mezin bibe. Em wekî jinên Colemêrgê em piştgiriyê didin Leylayê. Daxwaza Leylayê daxwaza hemû jinên Kurd û Kurdîstanê ye.  Çalakiya Leylayê cesaret da hemû jinan û di vê çalakiya xwe de serkeftina herî mezin ji gelê me re anî. Çalakiya Leylayê baweriya serkeftinê ye. Roj bi roj rewşa wê ya tendûristiyê jî ber bi xetereyê ve diçe, divê hikûmete tecrîtê bi dawî bike. Dengê Leylayê bilind bikin, bidin bihîstin.”