Jinên Aşûrî û Suryanî: Têkoşîna me ya li dijî dargirkeran dê bidome

  • 09:02 21 Kanûn 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jinên Aşûrî û Suryanî bertek nîşanî gefên Erdogan dan û gotin:"Pêwist e rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û hêzên demokratîk ên navneteweyî nebin hevkarên komkujiyên ku li ser gelên li Sûriyeyê tên kirin. Divê helwestek zelal li dijî gefên Erdogan bên nîşandan."
 
Gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê didomin. Têkildarî mijarê de jinên Aşûrê û Suryanî axivîn û gotin:"Têkoşîna me ya li dijî dargirkeran dê bidome."
 
'Li dijî dagirkeran em çongê danînin'
 
Endama Rêveberiya Parastina Xabûrê Madlên Xemîs got:"Dewleta tirk bi hinceta ku ew ê terorê biqedîne, dibêje em ê êrîşî Rojava bike. Lê hemû cîhan dizane ku yên piştgiriyê dide çete û terorên wekî DAÎŞ û OSO'ye dewleta tirk e. Erdogan ji QSD'ê re dibêje terorist lê yên ku li dijî DAÎŞ'ê têkoşîna herî mezin kir jî QSD ye. Erdogan ji bo êrîşa xwe rewa bike navê terorê li hêzên ku gel û azadiyê diparêze dike. Lê em ê wekî Hêzên Parastina Xabûrê yên Aşûrî li dijî zihniyeta dagirker a dewleta tirk derkevin. Li dijî dagirkeran em çongê danînin."
 
'Divê dîroka qirkirinê dubare nebe'
 
Endama Rêveberiya Hêzên Naturo Sîlda Sîmon wiha got:"Di dîroka Osmaniyan de her dem qirkirin pêk hatiye û Erdogan dixwaze vê kevneşopiya bi xwîn bidomîne. Divê dîroka qirkirinê dubare nebe. Dîrok bûye şahidê gelek komkujiyî û qirkirinên wekî ya Sêfo, Sîmêl, Nînewa, Xabûr, Kobanê. Dewleta tirk niha dixwaze di bin navê olperestiyê de qirkirin û komkujiyên nû pêk bîne. Divê li dijî vê yekê em hemû gelên li Sûriyeyê bibin yek û divê rejîm jî li dijî dagirkeran bisekine."
 
'Têkoşîna me ya li dijî dargirkeran dê bidome'
 
Endama Beşa Ekolojiyê ya Şaredariya Hesekê Zibirta Iskender Şemûn jî wiha got:"Pêwist e rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û hêzên demokratîk ên navneteweyî nebin hevkarên komkujiyên ku li ser gelên li Sûriyeyê tên kirin. Divê helwestek zelal li dijî gefên Erdogan bên nîşandan. Têkoşîna me ya li dijî dargirkeran dê bidome."