ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2018'AN
- 09:00 21 Kanûn 2018
- Rojev
*Jinên Aşûrî û Suryanî bertek nîşanî gefên Erdogan dan û gotin:"Pêwist e rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û hêzên demokratîk ên navneteweyî nebin hevkarên komkujiyên ku li ser gelên li Sûriyeyê tên kirin. Divê helwestek zelal li dijî gefên Erdogan bên nîşandan." DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Mala Êzidiyan Cîhan Celeo derbarê gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de got:"Bi gefên Erdogan, destkeftiyên hemû gelên li Sûriyeyê hedef tên girtin. Li dijî gefan divê hemû gelên li Sûriyeyê dijîn bibin yek. Divê em bi hev re hebûn û axa xwe biparêzin."DÎMEN HEYE
*Şêwirmenda PYD'ê Sîlvana Elî derbarê geşedanên li Sûriyeyê de nirxandin kir û got:"Erdogan bi gefên xwe dixwaze kevneşopiya dewleta Osmaniyan bidomîne. Bi vê yekê wekheviya gelan jî hedef tê girtin."DÎMEN HEYE
*Jinên Bajarê Til Temirê bertek nîşanî gefên Erdogan ên li dijî Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê da û gotin:"Gelê Kurd bi salan e hînî têkoşîn û berxwedanê bûye. Dê tu carî serî netewîne. Em ê ji bo rûmeta xwe li berxwe bidin."DÎMEN HEYE
*Li Tirkiyeyê ji ber aloziya aborî her qadên jiyanê bi awayekî neyînî bi bandor bûn. Heta niha ji bihakirinê zêdetir hikûmet, bi tu awayî nekete nava hewlêdanên çareseriyê. Ji aloziya aborî sewalkariyê jî para xwe girt. Li herêma Colemêrgê ji ber bihabûna giya û ka gel nêçar maye û nikare êdî pez xwedî bikin. DÎMEN HEYE
*Çalakiya Hevseroka KCD û Parlementera HDP’ê Leyla Guven di roja 45’an de berdewam dike. Jinên Colemêrgî bertek nîşanî bêdengiya rayedarên dewletê dan û gotin ku daxwaza Leylayê daxwaza wekhevî û aşitiyê ye. DÎMEN HEYE
*Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de wiha got:"Leyla Guven ji bo azadiyê û ji bo demokrasiyê têdikoşe. Azadî û têkoşîn dê bi ser bikeve." DÎMEN HEYE
*Dîlan Dîrayet Taşdemîr a HDP’î diyar kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hember Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bi armanca ku berî hilbijartinê hestên netewperestiyê gur bike û pêşiya daxwazên demorasiyê bigire tên kirin û wiha got: “Em di pêvajoyeke dîrokî ya ku şerên parvekirinê dîsa tê jiyînê de ne. Dixwazin gelê Kurd ku li Rojhilata Navîn modelek demokratîk ava kirine, sedsalek din jî bê statu bihêlin.”DÎMEN HEYE
*Şaredariya Farqînê ya ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, xizmetê nade gel û tê gotin ku heta niha 3 qeyyum hatine guhertin.
DÎMEN HEYE
*Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê kampa ku berê wek kampa paneberan dihat bikaranîn, hat hînbûn ku ji bo veguherin baregeha leşkerî dest bi amadekariyan kiriye.
*Seroka TUHAY-DER'ê ya Egeyê Selma Altan diyar kir ku her çiqas desthilatdariya siyasî biguhere jî polîtîkayên girtîgehan neguheriye û mêjiyê dewletê her tim li ser desthilatdariyê maye û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan parçeyek vê polîtîkayê ye. Tecrîd neyê rakirin wê grev veguherin grevên birçîbûnê yên bêdem û dorneveger.Tecrîd û girtîgeh polîtîkaya dewletê ya binpêkirinê ye.”DÎMEN HEYE
*Kedkarên KESK’î diyar kirin ku ew bi salan in li qadan daxwazên Kesên bi Êlegên Zer ên li Fransayê tînin ziman û wiha got: “Daxwazên wan ên me ne jî. Em kedkar heta daxwazên me pêk neyê em ê li qada bin.”DÎMEN HEYE