'Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye'
- 08:52 21 Kanûn 2018
- Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye" Tevgera Kevana Zêrîn ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven şevbihêrk li Şehbayê li dar xist.
Bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye" Tevgera Kevana Zêrîn ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven şevbihêrk li Şehbayê li dar xist. Gelê li Kampa Serdemê, Endamên Kongreya Star û Kevana Zêrîn, beşdarî şevbihêrkê bûn. Di şevbihêrkê de stranan ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û stranên azadiyê hatin gotin. Jinên ku beşdarî şevbihêrkê bûn gotin:"Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye."
Endama Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê Newroz Sulêman got:"
Me wek Kevana Zêrîn li Kantona Şehbayê ji bo azadiya Rêber Apo û piştgiriya berxwedana Leyla Guven û ji bo em bersivekê bidin dewletên Dagirker me şevbirkek li dar xist. Me bi şevbihêrkê hezkirina xwe û têkoşîna xwe ya ji Rêberê xwe anî ziman. Stranên şoreşgeriyê û azadiyê bi dilekî germ hatin gotin."
Endama Rêveberiya Tevgera Kevana Zêrîn Mizgîn Çolaq got:" Jinên kurd wê bi çand, huner û stranên xwe Rêber Apo ji zindana Îmraliyê azad bikin dê serkeftin a me be. Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye."
Di heman demê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Navçeya Ehrezê Fatmê Sulêman got:"Ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêber Apo em ê her tim li ser piya bin. Tu carî bê azadiya Rêber Apo em azad najîn, heta ku Rêberê jinan Rêber Apo azad nebe em ê têkoşîna xwe bidomînin û piştgiriyê bidin berxwedana Leyla Guven."