'Jîneolojî dîrok û xwezaya jinê şîrove dike'
- 15:25 20 Kanûn 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA - Endamên Kongreya Star ên ku tevlî perwerdeya Jîneolojiyê bûn gotin:"Di nava civaka xwezayî de jin xwedî kedek mezin û afirîner e. Lê mêr li ser keda jinê rûniştin."
Ji bo danasîna Zanista Jîneolojiyê li Şehbayê perwerde ji bo endamên Kongreya Star, Dada Civakî,Yekîtiya Êzidiyan, Jinên Ciwan, Desteya Aborî, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk da. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn gotin:"Jineolojî ji bo pêşketina jinê û civakê gelekî girîng e."
'Pêdivî ji zanista Jîneolojiyê heye'
Seroka Desteya Jinê Zelox Reşîd got:"Dema ku jin beşdarî perwerdeyê dibin û lêkolînê dikin digihêjin asteke bilind. Jixwe Rêber Apo jî ji bo jin pêş bikevin û azad bibin ev felsefe pêşniyar kiriye. Ji ber feraseta mêr a serdest her dem jin ji mafê xwe bêpar hatiye hiştin. Jin ji bo ji mafê xwe bêpar nemînin û têkoşîna xwe mezintir bikin pêdivî ji zanista Jîneolojiyê heye."
'Divê hemû jin beşdarî perwerdeya Jîneolojiyê bibin'
Endama Komîteya Jinê ya Meclîsa Herêma Efrînê Sûreya Mustefa wiha got:"Ji dîrokê heta niha em ji bo destkeftiyên xwe têdikoşin. Serkeftina jinê bi zanista Jînolojiyê girêdayî ye. Di berxwedana Efrînê de jî jinê ev serkeftina xwe nîşan da. Dema em perwerdeya Jîneolojiyê dibînin em cudatiyek mezin di xwe de dibînin. Ev jî ji bo pêşketinê gelek baş e. Divê hemû jin beşdarî perwerdeya Jîneolojiyê bibin."
'Jîneolojî dîrok û xwezaya jinê şîrove dike'
Ji aliyê din de Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê Şêrîn Hesen jî wiha got:"Di nava civaka xwezayî de jin xwedî kedek mezin û afirîner e. Lê mêr li ser keda jinê rûniştin. Zanista Jînolojiyê bingeha xwe ji hezkirina jinê digire. Ji bo ku zihniyeta serdest a mêr civakê ji xwe re bike kole, keda jinê dizî û binpê kir. Niha em bi zanista Jîneolojiyê têkoşîna li dijî feraseta serdest a mêr dike. Mêr dixwaze bi çîrokên xeyalî jin ji zanistê dûr bikeve. Ji bo jin dîroka xwe nas bike divê jin xwe bi rêxistin bike. Ev yek jî bi saya zanista Jîneolojiyê pêkan e. Jineolojî ji bo pêşketina jinê û civakê gelekî girîng e."