Li Til Temirê çalakiya konê greva birçîbûnê hat destpêkirin

  • 15:00 20 Kanûn 2018
  • Rojane
HESEKÊ - Bi pêşengtiya Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) çalakiya konê gireva birçîbûnê hat destpêkirin. 
 
Bi armanca şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, her wiha piştgiriya Perlemantera HDP'ê Leyla Guven, Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û bi Rêber Apo re azad bijîn" çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin.
 
Kon bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ala Kongreya Star û PYD'ê hat xemilandin. Di nav de 86 jin 160 kes ketin greva birçîbûnê. Her wiha Desteya Jinên Enternasyonalîst a Ewropayê jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakî bi axaftina Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Şukriya Mihemed dest pê kir. 
 
Şukriyayê axivî û wiha got:"Em berxwedana Leyla Guven silav dikin çimkî sekna jina azad nîşan dide di heman demê de tecrîdkirina Rêber Apo şermezar dikin, bi vîna jina azad em ê komplo û hemû pilanên li dijî gelê Kurd vala derbixin û azad bijîn. Bi hêza şervanan û şehîdên azadiyê şoreşa Rojavayê Kurdistanê heta vê kêliyê didome. Em ê bi hêz û îradeya xwe li ser lingên xwe bisekinin."
 
Çalakî dê 2 rojan bidome. Di nava 2 rojan de dê axaftin, serdana kon bê kirin û sinevizyon bê temaşekirin. Çalakî niha bi axaftinan dewam dike.