Navê girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne diyar bûn
- 14:51 20 Kanûn 2018
- Rojane
STENBOL – 36 girtiyên di 16’ê kanûnê de li 8 girtîgehan ên dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin navê wan diyar bû. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî 43 roj berê dest bi çalakiyê kiribû.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 43’yemîn de didome. 36 girtî jî bi heman armancê di 16’ê kanûnê de li 8 girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Guven jî di nav de navê 37 girtiyan diyar bû.
Rojnameger Kîbriye Evren jî di nav de 36 girtî li girtîgehên mîna Gebze, Kandira, Panos, Xarpêt, Tîpên D û E yên Amedê û Wanê û her wiha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê jî di 17’ê kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.
Navên girtiyan û girtîgehan wiha ne:
Girtîgeha Jinan a Gebze: Hacer Halil Yusuf, Ruhşan Bozan, Ozlem Ozdemîr, Ayten Gulsum, Ozlem Soyler.
Girtîgeha Jimara 1’an Tîpa F ya Kandirayê: Îbrahîm Kaya, Umut Çamlibel, Yusuf Başaran, Guven Suvarîoglu, Ridvan Guven û Necla Atak.
Girtîgeha Tîpa L a Panosê: Mehmet Bozdag, Cengaver Aykul, Atîlla Coşkun Ozer, Omer Kabul, Abdullah Kizilkaya.
Girtîgeha Jimara 1’an a Xarpêtê: Metîn Serhat, Harun Alkan, Musa Candemîr.
Girtîgeha Tîpa D a Amedê: Sercan Gumuş, Ridvan Kaya, Nîmetullah Cînkiliç, Hayatî Uzman, Cuneyt Aslan.
Girtîgeha Tîpa F a Wanê: Cîhan Tamur, Bariş Kahraman, Şahîn Oncu, Azîm Sokemen, Bahtiyar Kemal Hasan.
Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê: Esma Başkale, Belgîn Kanat, Zozan Kutum, Reyhan Coşmuşlu.
Girtîgeha Tîpa E ya Amedê: Leyla Guven, Evîn Kaya, Kîbriye Evren, Hîlal Ölmez.