Rûniştina Kemal Kurt ê ku li Amedê hat qetilkirin hat tarloqkirin
- 12:11 20 Kanûn 2018
- Hiqûq
AMED - Di rûniştina doza Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de bi guleya polîs hat kuştin, daxwaza girtina ji bo bersûcê bûyerê polîs Y.Ş. hat redkirin.
Di Newroza 21’ê Adara 2017’an a Amedê de xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ji aliyê polîs Y.Ş. ve hat kuştin. Doza têkildarî kuştina Kemal hat vekirin rûniştina 4’emîn li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Bersûc Y.Ş. ê ji sûcê “Kuştina mirov a bi muhtemela qestîka” ku cezayê muebetê yê hepsê jê re tê xwestin û parêzer beşdarî rûniştinê bûn.
Parêzerên malbata Kemal di rûniştinê de li ser ropara ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) a ve hat amadekirin beyanên xwe diyar kirin. Di rûniştinê de daxwaza girtina polîsê bersûc Y.Ş. hat redkirin. Danişîn taloq bû.