Gelê Minbicê li dijî gefên Erdogan daketin qadan

  • 12:08 20 Kanûn 2018
  • Rojane
MINBIC - Bi sedan gelê Minbicê berê xwe dan Navçeya Celebiyê ya girêdayî Kantona Kobanê da ku tevlî meşa girseyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin.
 
Bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li serBakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Minbicê îro di van kêliyan de bi erebeyan berê xwe dan navçeya Celebiyê ya Katona Kobanê da ku tevlî meşa girseyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Bi sedan çalakvan û endamên sazî û dezghên Minbicê li qada Satkopê ya Rojhilatê Mibicê kom bûn. Çalakvanan alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Parstina Hundirîn, Meclisa Jinê, Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, Nîşaniya serkeftinê hilgirtin.
 
Çalakvanan dirûşmên "Bijî berxwedana gel","Na ji dagirkeriya dewleta tirk re","Em ê heta dawî li berxwe bidin" dest bi meşê kirin.