35 çalakgerên greva birçîbûnê derxistin edliyê

  • 11:43 20 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - 35 çalakgerên dest bi greva birçîbûnê kirin ên di serdegirtina avahiya HDP’ê ya Bajêr de hatibûn binçavkirin 8 roj şûnde derxistin edliyê. 
 
35 kesên bi armanca xwedî derketina çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo dawî kirina tecrîd li ser  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Kanûnê de ji bo sê rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û di serdegirtina avahiya HDP’ê ya Amedê de hatibûn binçavkirin, 8 roj şûnde sewqî edliyê hatin kirin. 
 
Navê 35 kesên sewqî edliyê kirin wihane: “Sertip Yetiş, Murat Kiliç, Hasan Oyan, Mehdiye Kartal, Savaş Babur, Tevfik Kaçar, Mehmet Yaman, Sakine Karadeniz, Latif Eminoglu, Nazım Ocal, Mehmet Şirin Karakaş, M. Şirin Daşlik, Giyasettin Duman, Mensur Ekdemir, Ahmet Balci, Kenan Kaydul, Veli Mutlu, Fatih Kagan Arslan, Fesih Balbey, Kemal Baran, Salih Peksoy, Medeni Hazar, Mehmet Ateş, Hayri Etyemez, Mehmet Ali Altunkaynak, Husnu Aslan, Fahri Kaplama, Sabahattin Kurt, Faruk Altun, Mehmet Taş, Şahin Kabaiş, Alişan Binen, Mehmet Abidin Kahraman, Ali Yilmaz û Nurettin Bakan.”
 
Li Midûriyeta Polîsan a Amedê ji 35 kesên 8 rojan dibin çavan de man pirsa “We ev pêşmalk ji ku derê peyda kirin û hûn ji bo çi ketin greva birçîbûnê” hatin kirin. 
 
Hat diyar kirin ku 35 çalakgerên greva birçîbûnê dê bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” îfade bibin dozger.