Girtiyên di greva birçîbûnê de avêtin hucreyan

  • 11:10 20 Kanûn 2018
  • Rojane
TRABZON - Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê, 3 girtiyên di 17’ê Kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdurveger kirin, avêtin hucreyê, tenê xwê û şekir didin wan. 
 
Rayedarên girtîgehê Alî Bektaş, Dilgeş Yaşar û Abdullah Aydin ên li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê di 17’ê Kanûnê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, avêtin hucreyê. Girtiyan di hevdîtina telefonê ya bi malbatên xwe re ev agahî dan: “Her yek ji me kirin hucreyekê. Tenê xwê û şekir didin me.”