'Hîn encamên giran derneketine divê guh bidin daxwazên Leyla Guven'

  • 09:08 20 Kanûn 2018
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Seroka TÎHV’ê Prof Dr. Şebnem Korur Fîncanci rewşa Leyla Guven a di greva birçîbûnê de nirxand û wiha got: “Dema ku kes di şert û mercên heyî de dengê xwe nikaribe bilind bike serî li rêbaza greva birçîbûnê dide. Ji ber vê divê rayagiştî hestiyar be û daxwaz bi rayagitşî re bên parvekirin, her kes guh bidin van daxwazan. Hîna ku encamên giran derneketine divê tiştên pêwist bên kirin.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, dest pê kiribû di roja 43’emîn de berdewam dike. Hîna bersiv nedane daxwazên Leylayê û rewşa wê jî her diçe giran dibe.
 
‘Encamên giran hene’
 
Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci greva birçîbûnê nirxand û got ew wek xebatkarên tenduristiyê bi taybet li ser hemû aliyên grevên birçîbûnê disekinin û wiha got: “Ji ber tenduristiya mirovan bi awayekî cidî bi bandor dibe. Ji ber vê divê teqez vîtamîna B1 bidin kesên di grevê de ne. Çima B1. Ji ber B1 mejî diparêze. Hem jî sînîran diparêze. Ji bilî vê bandorên wê yên girîng hene. Qe nebe pêşî li seqetiyan digire. Ger B1 neyê bikaranîn tenê av, xwê, şekir û karbonat bê bikaranîn ev rê li ber kêmasiyan vedike.”
 
‘Ger B1 bê xwestin û neyê dayîn ev binpêkirina maf e’
 
Şebnemê di berdewamiyê de wiha got: “Ger B1 bê xwestin û neyê dayîn ev binpêkirina maf e. Ji ber ku divê hewcedariyên kesên di grevê de bên cihanîn. Dema kesên di grevê de pirsgirêkan bijîn divê hekîm li gorî wê mudaxale bikin. Grevên birçîbûnê piştî roja 40’î rewşa tenduristiyê giran dike. Em li temen, rewşa tenduristiya kesan dinêrin. Her yek cuda cuda girîng in. Divê teqez roj bi roj bên şopandin.”
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê daxwazên Leylayê bi rayagiştî re bên parvekirin û hîna ku encamên giran derneketine holê divê daxwazên Leylayê demildest pêk bên.