'7 hezar jin di sala 2018'an de tevlî xebatê bûn'
- 09:01 20 Kanûn 2018
- Rojane
Civîn Husên
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Aboriya Jinê ya Herêma Cizîrê Şêrîn Emîn û Endama Buroya Têkiliyên Diplomasî ya Kongreya Star Feryal Hesen xebatên di derbarê aboriya jinê yên salane nirxandin û gotin:"7 hezar jin di sala 2018'an de tevlî xebatê bûn."
Endama Rêveberiya Aboriya Jinê ya Herêma Cizîrê Şêrîn Emîn û Endama Buroya Têkiliyên Diplomasî ya Kongreya Star Feryal Hesen xebatên di derbarê aboriya jinê yên salane nirxandin û gotin ku ji bo hemû hemû jinan qadên xebatan hatin avakirin.
Derbarê xebatên salekê yên Aboriya Jinê yên herêma Cizîrê de, Endama Rêveberiya Aboriya Jinê ya Herêma Cizîrê Şêrîn Emîn nirxandin kir. Şêrînê anî ziman ku Aboriya Jinê li ser asta herêma Cizîrê Kanton hatin rêxistinkirin û got:" Di çarçoveya rêxstinkirina Kantona Qamişlo û Hesekê de, endamên navçe û bajarokan Yekîtiya Kooperatîfan ava kirin û xebatên xwe dan meşandin. Navendên Aboriya Jinê li tevahî bajarên Bakurê Sûriyeyê hatin birêxstinkirin."
'Gelek xebat bi destên jinê hatin meşandin'
Şêrînê da zanîn ku xebat bi rengekî nû hat meşandin û wiha got:"Li Kantona Hesekê kooperatîfên nû hatin vekirin. Li Kooperatîfa Firin, Ya Konser, Kargeha Mirîşka bi reng û destên jinê xebat pêş ket. Her wiha li Kantona Qamişloyê jî Sûka Jinê, Çandinî, Firin, xwaringeh û gelek xebatên din hatin meşandin."
'7 jin di aboriya jinê de dixebite û 61 hezar donim erd di destên jinan de ye'
Şêrînê bal kişand li ser hejmara jinên ku kar û xebat dikin û aboriya xwe pêş dixin û wiha got:" Di vê salê de 7 hezar jin dixebitin. Her wiha di aliyê çandiniyê de jî 61 hezar donim di destên jinê de ye, ew jî bi rengê kooperatîf xebatê didin meşandin. Di aliyê bazirganiyê de gavek xurt dan destpêkirin. Bi vekirina Sûka Jinê li Dêrikê xebat pêş ker û her wiha niha amadekariya Sûka Jinêli navçeya Amûdê tê kirin. Di sala 2018'an de gelek endam û qad hatin bi rêxstinkirin, jinên ji pêkhateyên cuda tevlî xebatên Aboriya Jinê bûn. Ji aliyê jinên Ereb de tevlîbûnek xurt çê bû. Di sala nû de ji bo herêmên ku nû hatine rizgarkirin em ê xebatên Aboriya Jinê li wir mezintir bikin. her wiha sererastkirin û nûvekirina kooperatîfan li gorî rêziknameya Aboriya Jinê, ew ê bidome."
'Dema ku têkiliyên jinan xurt dibe pêşketin zêdetir dibe'
Her wiha Endama Rêveberiya Buroya Têkiliyên Diplomasiyê ya Kogreya Star Feryal Hesen di derbarê xebatên xwe yên li herêma Cizîrê de wiha got:"Me kar û xebatên cuda kirin. Kongre û konferansên li hundur û derve hatin çêkirin. Me li ser esasên Netewa Demokratîk xwe bi rêxistin kir. Me têkiliyên xurt di nava jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Tirk de ava kirin. Dema ku têkiliyên jinan xurt dibe pêşketin zêdetir dibe. Me hemleya "Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan" dest pê kir. Ji ber ku jinên Rojava li her qadê xwe pêş dixin loma çavên cîhanê li ser wan e. Me meşa jinên cîhanî jî li dar xistin û vê meşê deng veda. Em beşdarî xebatên li ser çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bûn."
'Kar û xebatên me didomin'
Feryalê herî dawî wiha got:" Li seranserê Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li herêmên ku nû hatin rizgarkirin Tebqa, Reqa, Dêrezor, Minbicê li ser azadiya jinê, Netewa Demokratîk, roja 25'ê mijdarê semîner hatin dayîn. Her wiha bi hemleya "Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan" têkiliyeke gelek xurt di navbera jinan de hat avakirin. Kar û xebatên me yên ji bo Rêber Apo û rizgarkirina Efrînê dewam dike.