ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 20 Kanûn 2018
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Aboriya Jinê ya Herêma Cizîrê Şêrîn Emîn û Endama Buroya Têkiliyên Diplomasî ya Kongreya Star Feryal Hesen xebatên di derbarê aboriya jinê yên salane nirxandin û gotin:"7 hezar jin di sala 2018'an de tevlî xebatê bûn." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Herêma Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne gotin:"Dewleta tirk a dagirker bi hemû hêza xwe hewl dide ku têkiliya di navbera jinê û felsefeya Rêber Apo de qut bike. Lê ev hewldan wê vala derkeve. Ji ber ku ji bo azadiya Rêber Apo bi milyonan jin li ser piyan e." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Qamişloyê yên ku bi keda destên xwe debara xwe dikin gotin:"Jin dikarin her karî bikin. Divê tenê jin ji xwe bawer bin û hewl bidin."DÎMEN HEYE
 
*Li Tirkiyeyê bajarê ku di warê aborî de herî zêde pirsgirêkan dijî yek jê Colemêrg e. Ji aliyê dewletê ve li heremê ji xeynî mizgeftan tiştekî din nayê çêkirin. Di warê aborî de bajar her roj paşve diçe. 
 
*Pispora Rojhilata Navîn a HDP’î Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku bêyî destûra DYA’yê Tirkiye nikare bikeve Rojhilatê Firatê û wiha got: “DYA ya dixwaze Tirkiyeyê ligel xwe bigire, bi hincetên cuda dikare destûrê bide.Ji ber DYA li Rojava Kurdên serîtewandî dixwaze. Em di vir de lîstik û taktîkên DYA’yê dibînin. Derfetên ku Tirkiye jî encamê bi dest bixe tune ye.”DÎMEN HEYE
 
*Seroka TÎHV’ê Prof Dr. Şebnem Korur Fîncanci rewşa Leyla Guven a di greva birçîbûnê de nirxand û wiha got: “Dema ku kes di şert û mercên heyî de dengê xwe nikaribe bilind bike serî li rêbaza greva birçîbûnê dide. Ji ber vê divê rayagiştî hestiyar be û daxwaz bi rayagitşî re bên parvekirin, her kes guh bidin van daxwazan. Hîna ku encamên giran derneketine divê tiştên pêwist bên kirin.”DÎMEN HEYE
 
*Jinên Gundê Sagmali ya Jorîn diyar kirin ku mala şînê ya ku hewcedariya wan jê hebû bêyî ji kesî tiştekî bipên bi hev re çê kirin. Jina bi navê Soylemez Çîçekçî diyar kir ku her jinekê ji sobeyê bigire heta xaliyên wê her tişt bixwe anîne û diyar kir ku wê bi hev re gelek tiştî bikin û her tişt bi jinan xweş e.DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîsyona Girtîgeha Baroya Wanê Sîmîn Atabay diyar kir ku sedema zêdebûna binpêkirina mafan a li girtîgehan qelsbûna qanûnan û pêkanînên kêfî ne û wiha got: “Îdareyên girtîgehan di bin navê ‘rêziknameyê de’ hemû binpêkirinên mafan rewa dike.”DÎMEN HEYE
 
* Geveriyan diyar kirin ku Kampa Mexmurê ji bo kesên di salên 90’î de ji gundên wan bi zorê hatine derxistin ji aliyê NY’ê ve hatiye avakirin û li dijî bêdengiya NY’ê ya li hember êrîşan bertek nîşan dan.DÎMEN HEYE
 
*Di encama qûtbûna kapaxa Benda HES ya Dîcleyê de erdên şêniyên taxa Dîcleyê di bin avê de man. Şêniyên taxê diyar kirin ku mexduriyeta wan ji ber bêpergaliya rayedaran pêk hatiye. Jina bi navê Sidika Kelekçîer wiha got: “Li ber çava ne ku bendav zirarek çawa dide jiyanê. Em vê zivistanê ji tenûra xwe ji êzingên xwe bûn.”DÎMEN HEYE
 
* Jina bi navê Fatma H. ku piştî dest ji mêrê ku pê re zewicîbû berda, 4 zarokên wê jê hatin girtin û derket holê ku zarok li wargeha xwedîkirinê bi cih kirine. Fatmayê got Ecevît Ç. du caran zarokên wê jê girtiye û daye wargehê. Heyeta dadgehê jî bi hinceta ‘Ji ber berpirsyariya piştgiriyê û perwerdeyê, lênerînê ya di hiqûqa malbatê de heye pêk neaniye’ salek 10 mehan ceza lê birî.