Parêzvanên mafên mirovan ji cihê komkujî pêk hat bang kirin
- 16:53 19 Kanûn 2018
- Rojane
STENBOL – Parazvanên mafên mirovan di salvegera komkujiya 19’ê Kanûnê de, li ger Girtîgeha Tîpa E ya Umraniyê kom bûn û gotin: “Komkujiya 19’ê Kanûnê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Heya ku di vê çarçoveyê de darizandin neyê kirin, em ê li dû vê dozê bin.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi boneya 18’emîn salvegera komkujiya di 19’ê Kanûna 2000’an de li girtîgehan dibin navê “Operasyona vegera jiyanê” pêk hat, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Umraniyê civîna çapemeniyê pêk anî. Di daxuyaniyê de pankarta “Me Komkjiya 19’ê Kanûnê ji bîr nekir û em ê nedin ji bîr kirin” hat vekirin. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolarî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em hemû jî baş dizanin ku girtîgeh çawan veguherîne îşkencexaneyê. Derbarê vê yekê de bi dehan mînak hene û em dikarin bi dehan komjiyan nîşan bidin. Gaşo Tirkiyeyê hevpeymana navneteweyî îmze kiriye. Di 19’ê Kanûnê de, hemû mafên mirovan hatin binpêkirin. Di vê komkujiyê de jî, mixabin bêedaletî û ceza nedayîn derket holê. Ji ber ku sûcên li dijî mirovahiyê nayên cezakirin, ev sûc tim dubare kirin.”
Dûre Endamê ÎHD’ê Ferîd Barût daxuyaniya çapemeniyê xwend û wiha bilêv kir: “Operasyon 4 rojan hat berdewam kirin. 30 girtî û 2 leşker hatin kuştin. Bi sedan girtî birîndar bûn. Bi awayekê hovane girtî hatin kuştin. Di qawîşa C-1 a Girtîgeha Bayrampaşa de jinên girtî bi saxî hatin şewitandin. Dewletê heya dawiyê ev komkujî parast û hîna jî diparêze.”
Ferîd , da zanîn ku hilmendiya desthilatdar hemû girtîgeh veguherandine navendên îşkenceyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatin jiyîn, di lêpirsînek xurt re derbas bibin û berpirs bên darizandin. Komkujiya 19’ê Kanûnê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Lazime ku di vê çarçoveyê de darizandin bê kirin. Ji bo ev pêk were, emê dest ji vê dozê bernedin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.