'Hilweşîna pergala Tirkiyeyê wê bi pêşengtiya jinan be'
- 16:19 19 Kanûn 2018
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Jinên ji Kobanê teqez kirin ku wan agirê Şoreşa ku pêxistine gurtir kirine, lewra wê dewleta Tirk nikaribe şoreşa jinê têk bibe û wî agirî vemirîne.
Çalakiya gelê herêma Firatê ya mertalên zindî ku di bin dirûşmeya' Gefên we hevgirtina pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê lewaz nake' li dijî gefên dewleta Tirk hatibû destpêkirin di roja xwe ye 3'emîn de didome. Jinên ji rêveberiya xweseriya demokratîk ku cihê xwe di nava çalakiyê de girtine diyar kirin ku jinên Rojavayê Kurdistanê pêşengî ji tevahî berxwedanan re kirine, ji bo vê jî têkbirina Erdogan wê dîsa bi pêşengiya jinan be.
'Misogerkirina azadiya jin û civakê soza me ye'
Seroka Desteya jin ya herêma Firatê Emîne Bekir wiha nêrîna xwe anî ziman: "Çalakiya me ya ku hîna didome armanca wê bersivdayîna gefên dewleta Tirk e. Tevahî gel, sazî û dezgehên Kobanê ji bo êrîşên herî dawî di nava liv û tevgerê de ne, weke jin jî em serkêşiya van çalakiyan dikin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinê dest pê kir û didome. Di nava vê şoreşê de pergala ku hatiye avakirin, azadiya civakê û jinan, wekheviya gelan ji aliyê dewleta Tirk û hevalbendên wê tên hedef girtin, lê em weke jin soza parastina vê pergalê û misoger kirina azadiya jin û civakê didin."
'Jina rêxstinkirî tirsa Erdogan e'
Her wiha cîgira hevserokên herêma Firatê Hêlîn Hacim wiha got: "Erdogan ji ber tirsa xwe ji pergala ku li bakur û rojhilatê Sûriyê hatiye ava kirin ditirse, ev pergal jî bi serkêşiya jin misoger dibe. Jinên Kurd di şerê Kobanê de hêza DAIŞ'ê têk bir û niha jî li Dêrezorê vê berxwedaniyê didomînin. Erdogan jî ji ber qehra we êrîşî destkeftiyên jin yên li bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Ev yek jî diyar dike ku çiqas Erdogan ji rêxistinbûyîna jin ditirse."
'Çarenûsa Tirkiyê jî weke DAIŞ'ê ye'
Di heman demê de hevseroka desteya Enerjî ya kantona Kobanê Nesrîn Kenian wiha axivî: "Weke jinên Kobanê îro me jî cihê xwe di nava çalakiyan de girtiye da ku em ji dewleta Tirk re bidin xuya kirin ku jinên Kobanê dagirkeiriyê qebûl nakin. Berxwedana jinên kurd hovîtiya Çeteyên DAIŞ'ê hevkarên Erdogan têk birin. Çawa ku îradeya jinan jî bi ser ket, wê gefên dewleta Tirk jî bi hêz û vîna jinan têk herin. Hilweşîna pergala Tirkiyeyê wê bi pêşengtiya jinan be."