Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re ya Marmara hat avakirin
- 15:40 19 Kanûn 2018
- Rojane
STENBOL - Nûnerê Rêxistinên Civakî û Partiyên siyasî li hev kom bûn û Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re ya Marmara ava kirin. Nûnerên Înîsiyatifê daxuyani dan û gotin: "Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku bi zindanan re têkevin nava piştevaniyê.
Nûnerê Rêxistinên Civakî û Partiyên siyasî li hev kom bûn û "Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re ya Marmara" ava kirin. Nûnerên Înîsiyatifê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Stenbolê kom bûn û bi civîna çapemeniyê Înîsiyatif bi raya giştî re parve kirin. Di civînê de nûnerên HDP, HDK, DBP û gelek rêxistinên civakî amade bûn. Li salonê pankarta "Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd bi dawî bibe" vekirin. Li ser navê Înisiyatifê Turan Kizilkaya, diyar kir ku Îktîdara AKP-MHP'ê bi gotinên militarist rejîma faşîst a sadsala 20'an derbas kiriye û wiha got: "Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê îktîdara AKP'ê pêvajo xera kir û Tirkiye kiriye goristana muxalefetê. Îktîdar her roji endam û rêveberên muxalif binçav dike û digere. Sirgûn dike. Bi taybetî endamên siyaseta demokratîk a Kurd û HDP’ê binçav dike û zextan li ser wan zêde dike. Li ser HDP'ê komkujiya siyasî didome. Dixwaze Tirkiyeyek bê muxalefet ava bike. Piştî pêvajo xera kir, tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan roj bi roj giran kirin. Piştî zagon û hiqûq tune hesibandin tecrîda li ser Birêz Ocalan 3 salan li dijî hiqûqê girankirî didome. Starta hemû komkujiyên siyasî û polîtîkayên tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir. Plana rizandinê bi tecrîda li Îmraliyê û bi amûrê zorê yê li dijî muxalefeta demokratik berdewam dikin."