Greva jinên girtî yên Girtîgeha Xarpêtê di roja 48'an de ye

  • 11:53 19 Kanûn 2018
  • Rojane
XARPÊT – Li Girtîgeha Xarpêtê çalakiya greva birçîbûnê ya 6 jinan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket roja 48’an. Hat ragihandin 3 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin e. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bêdawî û dorveger ji aliyê koma sêyemîn ve di roja 3’yemîn de didome. 3 jinên li Girtîgeha Jimara 1’an a Ewlehiya Bilinda Xarpêtê ragihandin wan dest dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorvegir kirin e.
 
Metîn Serhat, Musa Candemîr û Harun Alkan bi rêya malbatên xwe ragihandin wan di 17’ê kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin e û heta encam ji çalakiya xwe bigirin dê berdewam bikin. 
  
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan a Emîne Înan, Sevîm Ekîn, Gulîstan Seçkîn, Remziye Karadag, Kader Peker û Zeynep Turan ên li Girtîgeha Xarpêtê ji 2’ê mijarê ve ku dest pê kiribûn ket roja 48’an. Hat zanîn ku jinên di çalakiyê de zeîf dibin û rêveberiya girtîgehê pêdiviya wan bi cih nayne. 
  
Li Girtîgeha Jimarên 1 û 2’an a Ewlehiya Bilinda Xarpêtê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger ji aliyê koma sêyemîn ve hatibû wergirtin di roja 3’yemîn de didome. Ev çalakî heta 10 rojan didome. Koma sêyemîn ji roja 17’ê kanûnê ve wergirtibûn.