Jinên Tirkmen: Dê dagirker nikaribe wekheviya gelan têk bibe

  • 10:37 19 Kanûn 2018
  • Rojane
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Jinên tirkmen ên li Şehbayê da zanîn ku ew ê tu carî rê nedin dagirkeriyê û gotin:"Bi gefên dagirkeriyê Erdogan hemû gelên li Sûriyeyê û bi taybet jinan hedef digire. Em di nava 7 salan de bûn şahid ku herî zêde zarok û jinan di nava şer de êş kişandine. Li Efrîn, El Bab, Cerablûs û Ezazê me dît ku çawa zihniyeta dagirker li mirovan îşkenceyê dike."
 
Jinên Tirkmen bertek nîşanî gefên Erdogan ên li ser Rojava û hemû Bakurê Sûriyeyê dan û gotin:"Erdogan alîkariyê dide çeteyan û çete jî îşkenceyê û zilmê li gel dike. Lê em ê her li dijî gefên Erdogan bisekinin û çongê danînin."
 
'Dê xwîna şehîdên me li erdê nemîne'
 
Jina tirkmen Menal Şêxo wiha got:"Ez li ser navê hemû jinên Efrînê ji Erdogan dipirsim û dibêjim ku ka çi karê te li Efrînê heye? Te Cerablûs, Ezaz, El Bab û Efrîn dagir kir û niha jî te çav bera Rojhilatê Firatê daye. Te gelek zarok, jin qetil kir qey tu tê nebû? Çavên te lê ye ku tu komkujiyên nû pêk bîne? Lê em ê li vir wekî jinên Kurd, Tirk, Ereb dest bidin hevdu û li dijî gefên te bisekinin. Fikir û hêviyên me yek in. Wekî jin em dibêjin ku em ê bihustek axa xwe nedin te. Hemû gelên li Sûriyeyê ew ê dest bidin hevdu û li dijî polîtîkayên Sûriyeyê derkevin. Erdogan serokê DAÎŞ'ê û dijminê mirovahiyê ye. Dê xwîna şehîdên me li erdê nemîne."
 
'Em serî li hemberî tu zordariyê natewînin' 
 
Jina Tirkmen Fatma Hisên jî wiha got:"Wekî dayika ku zarokê wê jiyana xwe ji dest daye, li ser hemû jinên ku xizmên xwe winda kirina ji Erdogan re dibêjim êdî bes e. Li Efrînê Erdogan komkujî pêk anî. Me zarokên xwe bi destên xwe veşartin. Erdogan dilê gelek zarok û dayikan şewitand. Erdogan qatil e. Em di nava şert û mercên dijwar de ji bo rûmeta xwe li berxwe didin. Em serî li hemberî tu zordariyê natewînin."
 
'Em ê destûrê nedin dagirkeran'
 
Her wiha jina Tirkmen a bi navê Hemide Xidro diyar kir ku ew ê li dijî dagirkeriyê her têbikoşe û wiha got:"Erdogan dibêje em ê êrîşî teroristan bikin lê li gor min teroristê herî mezin ew e. Li Efrînê gelek mirov hat qetilkirin. Terora herî mezin we bi qetilkirina wan mirovan kir. Erdogan di heman demê de dijminê jinê ye jî. Erdogan Rojhilatê Firatê û aramiya gelan hedef digire. Em ê destûrê nedin dagirkeran."
 
'Dê dagirker nikaribe wekheviya gelan têk bibe'
 
Jina Tirkmen a bi Neda Hisên got:"Em wekî jinên tirkmen dibêjin ku bila Erdogan destên xwe yên gemarî ji ser Kurd, Tirk û Erebên li Sûriyeyê rake. Em li vir wekî Kurd, Tirk û Ereb bi hev re dijîn. Erdogan wekheviya gelan hedef digire lê em destûrê nadin. Dê dagirker nikaribe wekheviya gelan têk bibe."
 
'Em her li dijî dijminên demokrasiyê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Herî dawî jina Tirkmen a bi navê Neriman El Hisên jî wiha got:"Em ê heta dawî li dijî hişmendiya dagirker li berxwe bidin. Bila kes aramiya gelan û demokrasiyê hedef negire. Zihniyeta ku demokrasiyê hedef digire tu fêdeya wan li gel nayê. Em her li dijî dijminên demokrasiyê têkoşîna xwe bidomînin."