Berxwedêr Rizgar Deniz li Mexmûrê hat bibîranîn
- 10:10 19 Kanûn 2018
- Rojane
MEXMÛR - Li wargeha Mexmûrê (Şehîd Rûstem Cûdî) şehîdê çapemeniya azad Rizgar Deniz hat bîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Şehîd Rûstem Cûdî) şehîd Rizgar Deniz (Rizgar Adanmiş) hat bîranîn. Hemû welatiyên wargehê di Saziya Malbatên Şehîdan de kom bûn. Berî despêkirina bîranînê hemû welatiyan cihê xwe girtin. Sînevizyon hat pêşandan.
Dayîka Meryem got:" Îro salvegera Rizgar Deniz e. Em Rizgar Deniz, Mehemed û Dilîşan Îbîş bi bîr tînin. Em bi rojan ser şehîdan bipeyîvin têr nake, ew felsefeya jiyanê ye. Tiştê ez ji bo xwe bingeh bigirim gotina Rizgar a dibêje: "Dema mirov ji dinyayê diçe wê demê tê zanîn mirov kî ye."
Li ser navê çapemeniyê Welat Kilîm destnîşan kir ku ew ê her dem şopdarê Rizgar bin û wiha domand: "Em jî di kesayeta Şehîd Rizgar de hemû şehîdan bi bîr tînin. Şehîd Rizgar bê dudilî li ser kêşana wêneyekê canê xwe jî feda kir. Ger ne ji evînek mezin ba nedikarî wiha mezin bijiya. Rizgar jî zarokekî vê wargehê bû, ji bo ku tu zarokên din ji axa xwe dûr nemîne dixebitî. Herî dawî dema birîndar bû jî 70 rojan hewldana jiyanê da ji bo di wan kêliyan de jî li ber xwe da. Em sersaxî ji malbatê, hempîşe û ji hemû kesên li vir dixwazin. Em ê weke çapemeniya azad şopdarê wî bin."
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Wargehê Hadî Pusat jî sersaxî ji malbatê û hemû hevalên wî re xwest û axaftinek kin kir.
Piştî axaftinan sînevizyon hat temaşekirin.
Li mala Ş. Rizgar mewlîd hat dayîn. Malbat li gel welatiyên wargehê bi girseyî çûn serdanê.