Li dijî polîtîkayên yekreng divê hemû kes bi hev re têbikoşin

  • 09:06 19 Kanûn 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Rêvebera DAD'ê ya Îzmîrê Nîhal Ayyildiz diyar kir ku komkujiya Mereşê bi polîtîkayên asîmîlasyon û taktîkên şerê taybet didome û divê hemû kes li dijî vê ligel hev têbikoşin.
 
Ji Rêveberiya Komeleya Elewiyên Demokrat a Îzmîrê Nîhal Akyildiz diyar kir ku zîhniyeta ku komkujiya Mereşê di 1978’an de pêk aniye îro jî didome û got her kesên ku tune hatine hesibandin divê ligel hev têbikoşin.
 
Li Sînemaya Çîçek bombe hatibû bicihkirin û nûçeyên derew ên weke muxalîfan bombe bi cih kiriye hatin belavkirin û bûyerên dest pê kir li taxên Elewî belav bûn. Bûyer heta qetilkirina zaroka zikê dayikê çû û di encama bûyerên hov de der barê 804 kesî de doz hat destpêkirin. Ji 29 kesên hatin darizandin 7 kes rastî cezayê muebetê hatin, 321 kes jî di navbera 1-24 salan de hatin cezakirin. Di 21’ê Kanûnê de mamosteyê endamê (tob-der) hat kuştin. Di cenazeya mamoste de komekê bi gotina ‘Cenazeyê komînîst’ êrîş kirin. Bi fetwayan qirkirin pêk hatin û mal hatin talankirin.
Ji rêveberiya DAD Nîhal Akyildiz diyar kir ku wê demê Mereş cihekî navenda ronakbîr, sosyalîstan bûye û ji ber vê êrîş hatine destpêkirin û got: “Di navbera 1965-75’an de di navbera Elewiyan de nêrînên sosyalîst belav bû û ji ber vê dewletê berê xwe da wir. DÎSK, TOBDER TÎP xebat dimeşandin. Ciwanên Elewî jî siyaset dikirin. Ozanên Elewî dihatin gîhandin. Dewletê jî divê li dijî vê hêzek ava bikira. Mereş gihaştibû hişmendiya ku xwe bi xwe bi rêve dibe.”
 
‘Armanc guhertina bingeha demografîk bû’
 
Nîhalê destnîşan kir ku di dema komkujiyê de li taxan bi hincetên cuda ketin û têketinên taxan hatine girtin û nehiştine birîndaran bibin nexweşxaneyan. Nîhalê ev tişt got: “Li wir CHP hebû lê ewil berê xwe dan aliyê ronakbîr. Ewil ne li hember Elewiyan bû. Bi hêzên faşîst re hemû muxalîf qir kirin. Gelê Mereşê neçar ma koç bike. Armanc guhertina bingeha demografîk bû.
 
‘Dewlet ji nefretê xwedî dibe’
 
Nîhalê anî ziman ku dewletê li Dêrsîm, Mereş, Çorum û Sêwasê ji ber ku kesên li gorî feraseta îslama sunî tev nagere û çep in komujî pêk anî û wiha got: “Dewletê li cem gelan cih negirt. Ermenî tehcîr kir, Gelê Kurd li Kerboran, Licê, Sûr û Cizîrê qetil kir. Dewlet ji asîmîlasyon û nefretê xwedî dibe. Asîmîlasyon hîna jî berdewam dike. Komkujiya Mereşê bi polîtîkayên asîmîlasyon û taktîkên şerê taybet didome û divê hemû kes li dijî vê ligel hev têbikoşin.”