Şîdeta sîstematîk gilî kir lê ji bo parastinê 10 roj dem danê
- 09:05 19 Kanûn 2018
- Rojane
Gulîstan Azak
NAVENDA NÛÇEYAN - A.Z ya ku ji ber dest ji hevjînê xwe berda û zarokên wê hebûn rastî zexta civakî hat û di bin navê mehra olî de neçar ma bi H.O re bijî. A.Z diyar kir ku şîdeta ku H.O li wê kiriye derketiye asta kuştinê û ji bo biryara parastinê emniyetê gotiye 10 rojan bisekine. A.Z bi lêv dike ku tevî gilîkirina wê şîdet hîna didome û banga piştevaniyê li jinan kir.
A.Z 5 sal berê bi du zarok û hevjînê xwe ji Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kirin û piştî demekê hevjînê wê dest jê berdaye. A.Z bi lêv kir ku piştî vê ew û zarokên xwe çûne xaniyekî din û vê carê rastî zextên civakî hatine û wiha got: “Kesê bi navê H.O yê wek me koçî Tirkiyeyê kiribû ez her tim tacîz kirim. Ji ber deriyê min nediçû. Civakê şaş fêm dikir. Di encama zexta civakî de ez neçar mam bi H.O re bi mehra olî bijîm. Ji roja ewil de H.O şîdeta sîstematîk li min dike.”
‘Her roj rastî şîdeta sîstematîk têm’
A.Z bi lêv kir ku H.O her tim şîdeta sîstematîk lê dike û wiha pê de çû: “Ev şîdet li ber çavê zarokên min pêk tê. Zarokên min ditirsin û ez diçim serşoyê. Ez di xaniyekî yek ode de dijîm. Li serşoyê jî şîdetê li min dike.Şîdeta li min dike gihaştiye asta mirinê. Ev 8 mehe rastî şîdetê têm.Rojekê qirika min girt min nikarîbû bîhna xwe bigirta. Ez ji ser hişê xwe çûm. Ez birim nexweşxaneyê. Bijîşk pirsî. Min got ez nizam çima wisa bûye. Ji ber ku ez jê tirsiyam. Piştî H.O hîn bû ku ez ducanî me şîdet zêde kir. Darbeyên giran li min xist zarok ji ber min çû.”
A.Z destnîşan kir ku ji ber şîdetê bi dehan carî gilî kiriye tevî vê tu tedbîr nehatiye girtin û got: “Polîsên qerekolê gotin ev mijara nav malbatî ye em nikarin tiştekî bikin û ji bo biryara parastinê jî gotin divê tu 10 rojan bisekinî. Ev demek dirêj e ez naçim malê û li mala hevala xwe dimînim. Ew jî her carê israr dike ku ez biçim malê. Ez bang li jinan dikim ku piştgiriyê bidin min. Tevî gilîkirina min kes tiştekî nake. Bila jin bibin alîkar. Ez nizanim çi bikim. Ez ji jinan û hiqûqnasan piştgiriyê dipêm.”