Şaziye Onder: Wê bi îradeya jinê ji tunela tirsê bê derketin
- 09:02 19 Kanûn 2018
- Rojane
WAN - Yek ji parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Şaziye Onder diyar kir ku tirsa tunelê wê bi îradeya jinê ji holê rabe û ji ber vê jî çalakiya Leyla Guven gelek girîng e, divê her kes xwedî lê derkeve.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dabû destpêkirin di roja 42’emîn de ye. Ji bo piştgiriya Leylayê bi hezaran kesî dest bi grevê kirin û li girtîgehan jî aliyên girtiyên PKK û PAJK’ê ve greva birçîbûnê hatin destpêkirin.
‘Çalakiya Leyla Guven ji bo jinan girîng e’
Parêzera Abdullah Ocalan û hevşaredara Idîrê Şaziye Onder daxuyakirin ku bi salane li Îmraliyê tecrîd didome û wiha got: “Di esasê de tecrîd li ser gelê Kurd pêk tê. Çalakiya Leylayê di vî alî de gelek girîng e. Yanî çalakiyek wisa ya ji aliyê jinê ve hatiye destpêkirin ji bo hemû jinan jî peyamek girîng e. Greva birçîbûnê şîdetê nahewîne û mafê herî demokratîk e. Lê em dibînin ku ev çalakî ji aliyê AKP’ê ve bi awayekî cidî rastî zextê tê. Mirov bi vî awayî xwe îfade dikin. Greva birçîbûnê jî teşeyê xweîfadekirinê ye. Zirar li kesî nayê. Çalakiyek ku derdorê wêran dike nîne. Di avahiya partiya me de serdegirtinê pêk tînin û kesan binçav dikin. Zirara vê çalakiyê ji kesî re tune ye.”
‘Tirsa herî mezin tecrîd e’
Şaziyeyê daxuyakirin ku tecrîd di esasê de li hember gelê Kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi salane ez bi Birêz Ocalan re nikarim hevdîtinê bikim. Di hiqûqa Tirkiyeyê de mafê hevdîtina telefonê heye. Mafê hevdîtina bi malbatê re heye. Lê mixabin yek hevdîtinek pêk nayê. Gelê Kurd tê cezakirin. Hemû aliyên demokratîk tên cezakirin. Di vê nokteyê de em bawer in wê çalakiya Leylayê li hemû cîhanê deng bide. Di nav hemû civakan de tê nîqaşkirin. Li Amedê mirovan ji bo piştgiriyê çalakiya grevê pêk anîn. Ev çalakî roj bi roj zêde dibe. Tecrîd tirsa herî mezin e. Bi tu awayî agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Malbat jê agahiyê nagire. Daraz jî, desthilatdariya siyasî bê çi wê biryarê dide. Yanî hiqûq û kanûn jî zêde girîng nîne di vê rewşê de. Greva birçîbûnê azadiya îfadeyê ye. Cezakirina vê ne pêkan e.”
‘Ji îradeya jinê ditirsin’
Şaziyeyê bi lêv kir ku li dijî hêza jinê dema bê çare dimînin dest bi êrîşan dikin û ev tişt bi lêv kir: “Çalakiyên jinan gelek girîg in. Ji ber dewlet dizane, ger jin îradeyê danin holê wê heta dawî biçin. Ji ber jin bi bawerî tev digerin. Yanî bi ferzkirina hinekan tev nagerin. Mînak Leyla Guven tenê çalakiya xwe daye destpêkirin. Bi îradeya xwe bedena xwe daye ber birçîbûnê.”
Şaziyeyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser hiqûq û edeletê û got baweriya wê bi edelet û hiqûqê nemaye û wiha dawî lê anî: “Welat wê bi îradeya jinê ji tunela tirsê derkeve. Ji ber vê çalakiya Leyla Guven girîng e. Divê xwedî li vê çalakiyê bê derketin.”