ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2018'AN
- 09:00 19 Kanûn 2018
- Rojev
*Berdevka Demî ya EGEÇEP'ê Parêzer Berrîn Kaya diyar kir ku bi qanûna tûrik a nû hatiye derxistin re wê pêşiya santralên enerjiyê yên li perav û behran bê vekirin û wiha got: “Poşetan bi pereyan difroşin û bi vê mantika ‘bedela wê bide derdorê qirêj bike’ tê pêkanîn. Tişta em qirêj dikin pêşeroj e. Tirkiye wê veguhere sergoyê cîhanê.”
*Yek ji parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Şaziye Onder diyar kir ku tirsa tunelê wê bi îradeya jinê ji holê rabe û ji ber vê jî çalakiya Leyla Guven gelek girîng e, divê her kes xwedî lê derkeve. DÎMEN HEYE
*Gelê Sîlopiyayê ku piştî qedexeyê malên wan hatin hilweşandin û piştre li TOKÎ’yan hatin bicihkirin ev du sale mexduriyetê dijîn. Welatiyan diyar kirin ku bi barana dawî re TOKÎ veguherîye golê û wêne kişandin û mexduriyeta xwe anîn ziman.
*Hafsat Abî kevirê bi navê ‘îsmîd’ yê ji bajarê Îsfahan a Îranê tê, di hawanê de dikute û dike kila çavan. Hafsat diyar dike ku ev ji bo tenduristiya çavan jî gelek baş e.DÎMEN HEYE
*A.Z ya ku ji ber dest ji hevjînê xwe berda û zarokên wê hebûn rastî zexta civakî hat û di bin navê mehra olî de neçar ma bi H.O re bijî. A.Z diyar kir ku şîdeta ku H.O li wê kiriye derketiye asta kuştinê û ji bo biryara parastinê emniyetê gotiye 10 rojan bisekine. A.Z bi lêv dike ku tevî gilîkirina wê şîdet hîna didome û banga piştevaniyê li jinan kir.
*Rêvebera DAD'ê ya Îzmîrê Nîhal Ayyildiz diyar kir ku komkujiya Mereşê bi polîtîkayên asîmîlasyon û taktîkên şerê taybet didome û divê hemû kes li dijî vê ligel hev têbikoşin.DÎMEN HEYE
*Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd xebatên Kongreya Star û Komîteyên wê yên di sala 2018'an de nirxand. Evînê diyar kir ku Kongreya Star pêvajoyek nû di berxwedana Efrînê de da meşandin û rêxistinbûyîna xwe di tevahî komîteyan de xurtir kir.DÎMEN HEYE