Jinên Efrînê: Dê gefên Efrînê gelan ji hev qut nekin

  • 15:55 18 Kanûn 2018
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Bi dirûşma "Bimire dagirkeriya Osmaniyan bijî vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" li dijî gefên dewleta tirk li Şehbayê meşek girseyî hatibû lidarxistin. Jinên ku beşdarî meşê bûn gotin:"Em li dijî gefên dagirkeran bisekinin û teslîm nebin."
 
Bi dirûşma "Bimire dagirkeriya Osmaniyan bijî vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" li dijî gefên dewleta tirk li Gundê Babinêsê yê Şehbayê meşek girseyî hatibû lidarxistin. Jinên ku beşdarî meşê bûn gotin:"Kes bila nefikire ku ew bi hêsanî dikarin gelê Kurd tê bibin. Ya ku dê têk biçe ew ê faşîzm û dagirker bin."
 
Mamosteya zimanê kurdî ya Yekîtiya Êzidiyan Rîvan Menan wiha got:"Em li dijî gefên Erdogan bêdeng namînin. Ji bo gefên Erdogan vala derkevin em ê yekîtiya xwe xurtir bikin."
 
Endama Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Yekîtiya Êzidiyan Mîdiya Çawîş jî wiha got :"Îro bi sedan welatiyên herêma Efrînê û Kantona Şehbayê li hember gef û êrîşên li ser xaka Bakur û Rojhilata Sûrî derketine qadan, ev yek jî îsbat dike ku tu carî îradeya gelê Kurd binpê  nabe û em ê fersendê nedin Erdogan ku bi kêfî  di Sûriyeyê de tev bigere."
 
Jina bi navê Nazliyê Xelîl jî gefên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê şermezar kir û got:"Jinên ku îro daketine qadan û meşa di nava girsayî de cih girtine wê tu carî bindestî û dagirkeriya Erdogan qebûl nakin, îro bi hezaran jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo û berxwedana Leyle Guven dimeşin û heta azadiya Rêber Apo jin wê her tim li ser piya bin."
 
Jina bi nave Feyizê Muhemed Dayîka Berxwedêr Tolhildan bi lêv kir ku gefên ku Erdogan bandorek neyînî li ser wan nakin û wiha got:"Em ê pergala faşîzmê û dagirkeriyê hilweşinin û vegerin ser axa xwe."
 
Di heman demê de Endama Rêveberiya Meclîsa Herêma Efrînê ya li Navçeyê Ehrezê Fîdan Ebdo axivî û wiha got:"Çiqas Erdoxan gef û êrîşên xwe li ser gelê kurd zêde bike li hember wê hêza gelê kurd xurtir dibe û tu carî nikare Yekîtiya gelan ya di Bakûr û Rojhilata Sûrî de têk bibe. Îro bi hezaran zaorkên gelê kurd li hember êrîşên Erdoxan şer dikin, em ê tu carî gavê paşde navêjin, serkeftin û berxwedan wê her tim dirûşmeya me be. "