Xwendekarên Kobanê li dijî gefan bertek nîşan dan
- 14:40 18 Kanûn 2018
- Rojane
KOBANÊ - Bi Hezaran xwendekarên Kobanê li dibistana şehîd Hogir kom bûn û li dijî gefên dewleta Tirk bi riya daxuyaniyê bertekên xwe li dijî gefan nîşan dan.
Xwendekarên Kantona Kobanê li dijî gef û kiryarên dewleta Tirk yên li ser bakur û rojhelatê Sûriyê daxuyanî ji bo çapemeniyê dan. Xwendekaran bang li rêxstinên mirovahî û dewletan kirin ku destên xwe deynin ser wijdanê xwe û helwesta xwe ji bo Turkiyê zelal bikin.
Daxuyaniya ku ji aliyê xwendekar Delal Misto hat xwendin wiha ye:
"Bi salane ku dewleta tirk li ser keda gelê Kurd rûdinê û mafên Kurdan nadê. Piştî ku hevakarên dewleta tirk nikaribûn tiştek bikiran dewleta tirk bi xwe û aşkere êrîş dike. Ev yek jî tu carî nayê qebûlkirin. Divê rêxistinên mafên mirovan û yên demokrasiyê diparêzin helwesta xwe ya li dijî Tirkiyeyê diyar bikin. Em weke xwendekarên Kobanê, bakur û rojhilatê Sûriyê, dewleta dagirker şermezar dikin. Bê dengiya dewletên navnetewî helwesteke şermoke. Em ê weke xwendekar, bi hemû hêz û îradeya xwe çalakiyan li dar bixin û çi bikeve ser milê me, em amede ne."
Daxuyanî bi dirûşmên 'Bimre Îxanet', 'Bimre faşîzma AKP'ê' û 'Na ji koletiyê re' bi dawû bû.