Ji parêzkarên mafan zincîra mafên mirovan

  • 11:01 18 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û TIHV'ê di çarçoveya 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan zincîra mafên mirovan ava kirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) di çarçoveya 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li Parqa Barbarosê ya Beşiktaşê zincîra mafên mirovan ava kirin. Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û TIHV'ê bi zincîra mafên mirovan çalakiyên xwe yên ji bo hefteya mafên mirovan bi dawî kirin. 
 
'Civakê dixin nava qalibekî'
 
Li vir Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û got:"Li Tirkiyeyê û li cîhanê binpêkirina mafan tê kirin. Xizanî, şer û birçîbûn hemû mirovên cîhanê tehdît dike. Li vir em bi destên hevdu digirin ev gelek girîng e. Çimkî di vê serdemê de îktidar bi polîtîkayên xwe dixwaze mirovan tenê bihêle. Civakê dixin nava qalibekî. Di serdemeke wiha de em bi bi yekîtiyê dikarin li dijî şer, xizanî û birçîbûnê derkevin. Divê em piştevaniya hevdu bikin."
 
Piştre çalakî bi dirûşma "Mirov bi mafên xwe mirov in" bi dawî bû.