‘Leylayê dest bi berxwedanek mezin kir’
- 09:11 18 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Hevberdevka Delgeyên KCD’ê ya Amedê Zelal Bîlgîn ku 22 rojên ewil ên çalakiya Leyla Guven de li cem wê bû wiha got: "Li jinên ku heta niha pêşengî kiriye yek din jî zêde bû. Leylayê serhildanek şoreşger kiriye. Leyla ji bo civakê ji mafê xwe yê herî sereke yê jiyanê dest berdaye. Divê ev rast bê xwendin."
Çalakiya Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir di roja 41’ê de didome. Hevberdevka Delegeyên KCD’ê ya Amedê Zelal Bîlgîn a 22 rojên ewil ligel Leylayê bû û piştre tahliye bû der barê çalakiya Leylayê de nirxandin kir. Zelalê daxuyakirin ku ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin divê demildest bersiva grevan bê dayîn.
Zelalê wiha got: “Di salvegera kompoloyê de di 9’ê cotmehê de em bi operasyonek qirkirina siyasî ya nû şiyar bûn. Dema ev operasyon kirin gotinên wan ên klasîk û standart hebûn ‘Me operasyona PKK-KCK’ê kir’. Li dijî aliyên muxalîf tehemul tune ye. Bi armanca bêdengkirinê neçar in terorîze bikin. Her carê tiştekî ku li ser Kurdan neceribînin tune ye.”
‘Naveroka dosyayan vala ye’
Zelalê got di dema operasyonê de ji nexweşxaneyê hatiye girtin û hevalên ji malê hatine girtine jî deriyên wan hatine şikandin, destên wan jî ji pişt ve kelepçe kirine. Zelalê her wiha got naveroka dosyayan jî hemû vala ne.
‘Operasyon li dijî têkoşîna jinê bû’
Zelalê her wiha balkişand ser operasyonan û got ew jî di vê operasyonê de hatiye girtin û got: “Ev operasyon di esasê de li hember jinan bû. Me li girtîgehê henekê vê dikir. Me digot ev operasyona jinê ye. Operasyonek giştî kirin lê piştî şoreşa Rojava zêdetir berê xwe dan jinan. Demek dirêj bû me digot ‘Ev pêvajoya jin û ciwanan e’.”
‘Leyla Guven serhildanek şoreşger kir’
Zelal a di dema destpêkirina çalakiya Leylayê de ligel wê bû ev tişt daxuyand: “Birêz Leyla li cem me dest bi çalakiya xwe kir. Bi profîla jinek rast re, li jinên ku heta îro pêşengî kiriye zêde bûye. Îtîraza li dijî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, serhildanek şoreşger e. Ez vekirî bêjîm em matmayî man. Pêvajoya amadekariyê wê tenê kir. Di 7’ê Mijdarê de dema ku xwestin bi kelepçê bibin wê red kir. Bi SEGBÎS’ê tevlîbûn qebûl kir û her kesî ji wê dersek baş girt. Leyla îradeya mîlyonan temsîl dike. Divê sedema greva birçîbûnê ya Leylayê jî baş bê fêmkirin. Hûn ji jinek wek parlamenter hatiye hilbijartin re dibêjin ‘tu nikarî siyasetê bikî’ û dixin zindanê. Bi bi zor kelepçê li kesek destnedana wê heye, ferz dikin. Dijhiqûqî di asta herî jor de ye û li dijî van pêkanînan ev bersivek bi bandor e. Îradeya ku Leylayê derxistiye holê gelek bi nirx e. Leyla ji bo hemû civak di esasa rast de bijîn dest ji jiyana xwe berdide. Piştî çalakiya xwe deklere kir û hat koguşê, em demek kurt matmayî man. Piştre dengê tililiyan bilind bû. Dîsa Leylayê moral û motîvasyon da me. Ez 22 rojî li cem wê bûm. Moralê wê pir baş bû. Rûyê wê dikeniya. Niha hêdî hêdî serê wê diheje. Westandiye û kîlo winda kiriye. Dema diaxivî carna ji bîr dikir. Di dîtinê de pirsgirêk dijiya. Ji ber temenê wê em dikarin bêjin wê pêvajoyê girantir bijî. Divê demildest hevdîtin pêk bên. Hîna ku cenaze derneketine divê çareseriyek pêk bê. Ji bo vê jî divê girseyên demokratîk bibin yek.”