‘Em hovîtiya hat jiyîn tu car nayê jibîrkirin’

  • 09:07 18 Kanûn 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Di ser mirina Taybet Înan ku li Sîlopiyayê di qedexeya derketina derve de hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma, 3 sal derbas bû. Halîme Înan a ku 7 rojan di paceyê de dayika xwe temaşe kir wiha got: “Min bi rojan dayika xwe temaşe kir. Wek her du destên wê di bin serê wê de bûn. Tiştên me jiya em tu car ji bîr nakin.”
 
Li Silopiyaya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û di dema qedexeyan de Taybet Înan a 57 salî ku ji mala cîranan dihat malê ji aliyê polîs û leşkeran ve hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma. Taybet a di 19’ê Kanûnê de hat qetilkirin, tiyê wê Yusuf Înan jî dema diçû alîkariya wê hat kuştin û hevjînê wê Mehmet Înan jî birîndar bû. Taybet a dayika 11 zarokan ji ber windabûna xwînê jiyana xwe ji dest da.
 
Di lêpirsîna derbarê mirina Taybetê de hatibû vekirin de jî tu pêşketin çênebû. 10 gule li bedena Taybetê ketibû û tevî ku di rojeva hemû rayagiştî de cih girt jî Midûriyeta Polîsan a Navçeyê îdia kir ku ew 6 roj şûnde ji bûyerê agahdar bûne.
 
‘Min dayika xwe 7 rojan bi şev û roj temaşe kir’
 
Keça Taybetê, Halîme Înan bi lêv kir ku rewşa dayika wê tu car ji bîra wê neçûye û wiha got: “Beriya bûyerê min ji dayika xwe re got pevçûn zêde bûne. Wê jî got ; ‘Kî hat kuştin hûn ji bo rakirinê neçin wir. Ez jî bim ji bo min jî neyên wê wek jî bikujin.”
 
‘6 saetan birîndar ma’
 
Halîmeyê bi lêv kir ku cenazeyê dayika wê 7 rojan li erdê maye û tevî hemû hewldanan ji cihê wê nikaribûn bigirin. Halîmeyê wiha got: “Roja hat qetilkirin di wê hewaya cemidî de 6 saetan birîndar li erdê ma. Ez bi ala spî çûm ku cenazê rabikim lê gule barandin. Ez çûm mal û heta sibehê sekinîm. Saet 6’an de min got belkî cenaze rakiribin. Lê dîsa li erdê bûm. Ez nikaribûm biçim cem wê. Min ligel paceyê 7 rojan dayika xwe temaşe kir. Min tu bawer nekir ku miriye. Wek razayî bû. Min digot tiştek bi dayika min nayê. Jinek têkoşer bû. Qet nedihat bîra me ku wê bi guleya dijmin jiyana xwe ji dest bide. Min şev û roj ew temaşe kir. Her du destên wê di bin serê wê de bûn. Heta ez bimirim ez dayika xwe ji bîr nakim. Ez wan rojan ji bîr nakim.”
 
Halîmeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Apê jî min jî hat qetilkirin. Me bi birîndarî anî malê. Li malê jiyana xwe ji dest da. Lê me nikarî dayika min bînin. Piştî me cenazeyê dayika min girt jî îşkence neqedya. Dayika me 22 rojan nehat definkirin.”