'Dê dagirkerî û faşîzm têk biçin'
- 09:05 18 Kanûn 2018
- Rojane
Rûken Goman
QAMIŞLO - Jinên Endamên PYD'ê derbarê gefên Erdogan ên li ser Rojava de gotin:"Tu kes dê nikaribe yekîtiya gelê Kurd hedef bigire û êrîşî destkeftiya wan bike. Dê hemû gelên li Sûriyeyê li dijî gefên Erdogan bisekinin."
Jinên Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê gefên Erdogan ên li ser Rojava de gotin:"Bila Erdogan nebêje qey ew ê bikaribe gelê Kurd têk bibe. Ew ê tu carî bi ser nekeve. Dê dagirkerî û faşîzm têk biçin."
'Dê tu carî nikaribe gelê Kurd tune bike'
Endama Meclîsa Jinê ya PYD'ê Şadiya Omer wiha got:"Erdogan gelek caran ev tehdîdan dike. Armanca wî ew e ku yekîtiya gelê Sûriyeyê hedef bigire. Erdogan di heman demê de dixwaze dîsa DAÎŞ bi hêz bibe. Ew naxwaze aramî pêk were. Her dem xwestiya ku kaos mezintir bibe. Erdogan dibêje ez dixwazim terorê tune bikim lê piştigiriyê dide DAÎŞ'ê. Bila Erdogan xewn û xeyalên belase be nebîne. Dê tu carî nikaribe gelê Kurd tune bike."
'Dê dagirkerî û faşîzm têk biçin'
Her wiha Endama Rêveberiya PYD'ê Yeldiz Cûma jî wiha got:"Piştî dagirkirina Efrînê Erdogan dixwaze hemû axa Rojava dagir bike û naxwaze ku Kurd bibin xwedî statu. Dixwaze faşîzma xwe li hemû deveran belav bike. Lê ew ê di nava faşîzma xwe de bixeniqe. Tu kes dê nikaribe yekîtiya gelê Kurd hedef bigire û êrîşî destkeftiya wan bike. Dê hemû gelên li Sûriyeyê li dijî gefên Erdogan bisekinin.Bila Erdogan nebêje qey ew ê bikaribe gelê Kurd têk bibe. Ew ê tu carî bi ser nekeve. Bila Erdogan nebêje qey ew ê bikaribe gelê Kurd têk bibe. Ew ê tu carî bi ser nekeve. Dê dagirkerî û faşîzm têk biçin."