Li Kantona Şehbayê kelecana çandiniyê

  • 09:04 18 Kanûn 2018
  • Rojane
Ferîde Zade 
 
ŞEHBA  - Gelê Herêma Efrînê yên berxwedêr tevî koçberkirina wan a bi zorê li kantona Şehayê ji bo pêdiviyên xwe yên jiyanî, berê xwe didin erdan û dest bi çandiniyê dikin.
 
Gelê Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne tevî hemû derfetên kêm li berxwe didin û ji bo debara xwe bikin dest bi çandiniya wekî genim, nîsk, nok û hwd. kirin. Têkildarî mijarê de jinên ku çandiniyê dikin axivîn û gotin:"Em bi xebata xwe li berxwe didin û bejna xwe natewînin."
 
'Tu hêz nikare me û xwezayê ji hev qut bike'
 
Jina bi navê Fikret Mihemed wiha got:"Efrîna me dagir kirin xwezaya wê talan kirin. Niha em li Şehbayê bi cih bûne û ji bo em li ser piyan bisekinin em çandiniyê dikin. Gelê Efrînê evîndarê xwezayê ye. Niha jî têkiliya me ya xwezayê gelek xurt e. Tu hêz nikare me û xwezayê ji hev qut bike."
 
'Em ji xebat û xwezayê hez dikin'
 
Her wiha jina bi navê Henîfe Nesan jî wiha got:" Di destpêkê de me erd ajot dawiyê me bizirên wekî nok, nîsk û genim avêt ser axê. Em niha xebatên xwe yên nava erd didomînin. Em dema ku tên nav erd kelecanek dilê me digire û em gelek xwe bextewar hês dikin. Ji ber ku em ji xwezayê û xebatê hez dikin." 
 
'Heta dawiya emrê xwe jî em ê her têbikoşin'
 
Jina bi navê Sîhem Eloş jî axivî û wiha got:"Piştî ku em bi dara zorê koçî  kantona şehbayê bûn berxwedana me berdewam kir. Lê ji ber ku derfetên jiyanî kêm in û jiyan bi dijwarî derbas dibe em wek jinên Herêma Efrînê me dest bi çandiniyê kir.Em bi xebata xwe li berxwe didin û bejna xwe natewînin. Heta dawiya emrê xwe jî em ê her têbikoşin."