‘Divê piştgiriya ji bo Leyla Guven mezintir bibe’

  • 09:03 18 Kanûn 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven didome. Jinên Mêrdînê piştgirî dan Leyla Guven û anîn ziman ku çalakiya Leyla daye destpêkirin ji bo vîna jinê gelek girîng e û diyar kirin ku divê piştgiriya ji bo Leyla Guven mezintir bibe.  
 
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin di 8’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir. Piştgiriya ji bo berxwedana Leylayê her diçe mezin dibe.
 
Yek ji jinên ku piştgiriyê dide çalakiya Leylayê Rêvebira DBP’ê ya Qoserê Xatûn Arslan, anî ziman ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven daye destpêkirin vîna hemû jinan e û wiha got: “Ger ku em gelê kurd îro xwedî li Leyla Guven derbikevin bawer dikim ku em ê pêş bikevin. Çawa ku jin di nav şer û êrîşan de pêş ketiye, dema piştkiriyê bidin Leyla Guven dê tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî bê şikandin. Îro tecrîda ku hatiye girankirin bandorê hem li ser gelê kurd û hem jî li ser girtiyan dike. Lê em jin îro bi vîna xwe dikarin ku vê tecrîdê bidin şikandin. Tecrîda ku îro tê girankirin em weke êrîşek li dijî vîna jinê tê kirin dibînin. Lewra jî îro em dema dest bidin hev bi vîna xwe vê tecrîdê em ê bidin şikandin. Leyla Guven jî îro ji ber ku tecrîd hatiye girankirin dest bi greva birçîbûnê kiriye.”
 
‘Îro roj roja xwedîderketina tecrîdê ye’
 
Xatûnê, di berdewamiya axaftina xwe de got ku çalakiya îro Leyla Guven daye destpêkirin gelek girîng e û wiha pêl da axaftina xwe: “Çawa ku Serok îro jin haniye vê astê û jinan hebûna xwe nas kir, Leyla Guven jî ji bo ev tecrîd bi dawî bibe dest bi vê çalakiyê kir. Divê îro bi taybetî jî jin piştgiriyê bidin Leyla Guven û greva birçîbûnê divê em li her derê bidin berdewamkirin. Ger ku em îro hatine vê astê bi saya Serok e. Îro roj roja xwedîderketina li çalakiya ji bo bidawîkirina tecrîdê ye. Em ê vê tecrîdê bi çalakî û rêxistinbûna xwe bidin şikandin. Heta tecrîda li ser Serok neyê şikandin em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin. Fikr û ramanên Serok ji bo cîhanê gelek girîne û ew fikrên wî me ronî kir. Îro dixwazin ku fikr û ramanên Serok asteng bikin. Lewra jî ev tecrîdê giran kirine. Ger ku ev tecrîd giran nekirina dê li Tirkiyeyê rewş xirab nebûya. Divê îro jin li her derê û deverê ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven çi pêwîst bikin.”
 
‘Divê îro gelê kurd rabin li ser piyan’
 
Xatûnê, di dirêjiya axaftina xwe de got ku Leyla Guven îro li vîna jinê ya azad xwedî derdikeve û bang kir ku hemû kes deng bidin dengê Leyla Guven û ev tişt got: “Îro roj roja deng derxistinê ye. Divê îro hemû gelê kurd rabin ser piyan. Îro ji ber ku gel û jinên me deng derdixin tên binçavkirin. Em vê yekê qebûl nakin û em dixwazin ku hemû kes di demek nêz de rabin li ser piyan.”
 
‘Heta ku Serok azad nebe û tecrîd neyê rakirin ev şer naqede’
 
Hevseroka Komeleya 78’an a Mêrdînê Hezbiye Uşenmez jî diyar kir ku di çend salên dawiyê de ji ber astengiya îktîdarê tecrîdek giran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û bi lêv kir ku Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo tecrîd bê rakirin dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hezbiye, da zanîn ku Leyla Guven ji bo tecrîd bi dawî bibe û dawî li şer  bê ketiye gireva birçîbûnê û wiha domand: “Îro tiştê ku dikeve ser milên me ew e ku em xwedî li Leylayê derbikevin û deng bidin dengê wê. Ji ber ku ger îro em deng nedin dengê wê dê rewş xirabtir bibe. Em dixwazin ku ev zext, zilm, zordarî û tecrîd bê rakirin. Heta ku Serok azad nebe û tecrîd neyê rakirin ev şer venamire. Îro em ji bo azadiya cîhanê vê têkoşînê didin. Ger ku îro xwesteka Leyla Guven bi cih neyê dê tendûristiya wê roj bi roj xirabtir bibe. Pêwîst e îro xwesteka Leyla Guven bi cih bê. Îro dema mirov lê dinêre hem li derve û hem jî di girtîgehan grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Ger wiha berdewam bike dê grevên birçîbûnê berdewam bike.”
 
‘Leyla vîna jinan e’
 
Hezbiyeyê, di dawiya axafatina xwe de got ku Leyla Guven ji bo jinan gelek girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Leyla vîna jinan e. Leyla Guven ji bo me mirovek gelek girîng e. Em tim bi wê re ne û heta dawî jî em ê bi wê re bin. Em ê wek jinên azad û serbixwe tim xwedî li Leylayê derbikevin. Em dixwazin ku di demek nêz de ev tecrîd bê rakirin ji bo ku Leyla dev ji vê greva birçîbûnê berde. Ji ber ku roj bi roj rewş xirabtir dibe.”