‘Jin li berf û sarmayê guhdar nakin, her roj bi dehan jin serlêdanê dikin’
- 09:02 18 Kanûn 2018
- Rojane
COLEMÊRG - Bi aşkerekirina roja hilbijartinê serlêdanan dest pê kir. Li Colemêrgê xebat bi serlêdanên jinan berdewam dikin. Têkîldarî serlêdanan ji komisyona hilbijartinê Melek Demîrcî nirxandin kir.
Piştî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) di rojnameya fermî de roja hilbijartinê aşkere kir, HDP’ê li her deverên Tirkiyeyê bi avakirina komîsyonên hilbijartinê dest bi xebatên hilbijartinên şaredariyê kirin. Li Colemêrgê ji komîsyona hilbijartinê Melek Demîrcî derbarê serlêdanan de agahî da û got ku li herêmê herî zêde jin serlêdanê dikin û got ku şaredariyên ku hatine xespkirin jin dê paşde bistînin.
‘Serlêdanên me bi taybetî ji jinên ciwan pêk tê’
Melekê bi lêv kir ku ev meheke wan komisyona hilbijartinê ava kirine û wiha axivî;”Komîsyona me ya hilbijartinê ev meheke hatiye avakirin. Ev qasî mehekê ye em serlêdanan digirin. Bi taybetî ji bo ku jin di siyasetê de cih bigirin em di nav hewlêdanên de ne. Niha ger ku ji her qadan jin di nav siyasetê de cih bigirin dê têkoşîn mezintir bibe. Em vê hewlêdana jinan girîng û hêja dibînîn. Tenê daxwaza me ew e ku jin ji xwe bawer bin û ji her qadên jiyanê bên tevlî sîyasetê bibin. Jinên ku serlêdan dikin bi vê daxwaz û armancê tên. Serlêdanên me bi taybetî ji jinên ciwan pêk tê. Jinên ku ji bo hevserokatiyê jî serlêdan dikin hene. Jinan pergala hevserokatiyê bi civakê re daye qebûlkirin. Ev qebûlkirin jî hêz û moral dide me.”
‘Jin li berf û sarmayê guhdar nakin,her roj bi dehan jin serlêdanê dikin’
Melekê diyar kir ku li herêmê ew herî zêde serlêdanên jinan digirin û got ku li hemberî hemû şert û mercan jin tên navendê serlêdanan dikin û wiha berdewam kir;” Pergala hevserokatiyê cara yekem li cîhanê bi HDP’ê ava bû. Pergala wekheviyê hem deskeftiyên jinan hem jî keda jinan di civakê de da qebûlkirin. Em şaredariyên ku bi hêz û têkoşîna jinan tê avakirin girîng dibînin û vê yekê esas dibînîn. Şaredariyên jin ji aliyê gel ve esas hat girtin. Ev yek jî ji me re bû sedema zêdetir hewlêdan û têkoşînê. Bi salan e li vê erdnîgariyê ked û têkoşîna jinan tune tê hesibandin. Lê bi HDP’ê re ked û têkoşîna jinan mezintir bû. Bêguman aştiya civakî bi jinan pêkan e. Li navend, navçe û gundên Colemêrgê herî zêde serlêdanên jinan hene. Jin li berf û sarmayê guhdar nakin û her roj bi dehan jin tên û ji bo hilbijartinê sêrî lê didin. Jinên ku tên serîlêdanan dikin ji hemû jinên ciwan in.
‘Dê bi jinan biguhere’
Melekê da zanîn ku serlêdanên wan dê heta 18'ê Kanûnê berdewam bikin û wiha got:” Jin ji HDP’ê bi bawer in û jin bawer dikin ku rizgarkirina civakê bi HDP’ê pêkan e. Em bawer in ku jin bi vê zanebûnê dê her tim bi HDP’ê re gav biavêjin. Serlêdanên me dê heta 18'ê Kanûnê berdewam bikin. Jin dê bi xwedîderketina HDP’ê dê şaredariyên ku hatine xespkirin qezenc bike. Em bawer û hêvîdar in dê bi jinan biguhere.”