ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 18 Kanûn 2018
  • Rojane
*Bi aşkerekirina roja hilbijartinê serlêdanan dest pê kir. Li Colemêrgê xebat bi serlêdanên jinan berdewam dikin. Têkîldarî serlêdanan ji komisyona hilbijartinê Melek Demîrcî nirxandin kir. DÎMEN HEYE
 
*Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven didome. Jinên Mêrdînê piştgirî dan Leyla Guven û anîn ziman ku çalakiya Leyla daye destpêkirin ji bo vîna jinê gelek girîng e û diyar kirin ku divê piştgiriya ji bo Leyla Guven mezintir bibe. DÎMEN HEYE
 
*Gelê Herêma Efrînê yên berxwedêr tevî koçberkirina wan a bi zorê li kantona Şehayê ji bo pêdiviyên xwe yên jiyanî, berê xwe didin erdan û dest bi çandiniyê dikin.DÎMEN HEYE
 
*Jinên Endamên PYD'ê derbarê gefên Erdogan ên li ser Rojava de gotin:"Tu kes dê nikaribe yekîtiya gelê Kurd hedef bigire û êrîşî destkeftiya wan bike. Dê hemû gelên li Sûriyeyê li dijî gefên Erdogan bisekinin."DÎMEN HEYE
 
*Di ser mirina Taybet Înan ku li Sîlopiyayê di qedexeya derketina derve de hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma, 3 sal derbas bû. Halîme Înan a ku 7 rojan di paceyê de dayika xwe temaşe kir wiha got: “Min bi rojan dayika xwe temaşe kir. Wek her du destên wê di bin serê wê de bûn. Tiştên me jiya em tu car ji bîr nakin.”DÎMEN HEYE
 
* Emîna Bayat a di kana li quntarên Çiyayên Cudî ye tahînê çê dike û diyar dike ku dijî tahîna ew çê dikin eleqeyek mezin heye.DÎMEN HEYE
 
*Songul Ayşîn a li navçeya Payîzava ya Wanê dijî, piştî ku şaredariya DBP’ê ya Payîzava Navenda Jiyanê ya Jinan vekir, di navendê de xebitî û niha jî dikana ku vekiriye dixebitîne. Songul diyar dike ku berê riya sûkê nizanibû û niha jî li ser piyên xwe disekine.
 
* Hevberdevka Delgeyên KCD’ê ya Amedê Zelal Bîlgîn ku 22 rojên ewil ên çalakiya Leyla Guven de li cem wê bû wiha got: "Li jinên ku heta niha pêşengî kiriye yek din jî zêde bû. Leylayê serhildanek şoreşger kiriye. Leyla ji bo civakê ji mafê xwe yê herî sereke yê jiyanê dest berdaye. Divê ev rast bê xwendin."
 
*Parêzer Sevînç Hocaogullari diyar kir ku ji bo pêşî li hestiyariya civakê bê girtin, binçavkirin û lêpirsînan didin destpêkirin û wiha got: “Tedbîra kontrola edlî ya wek qedexeya derketina derveyê welat û Îmzekirinê dertê pêşberî me, veguheriye alava kontrolkirina civakê. Qada jiyana kes tê sînorkirin û ne pêkna e em vê wek binpêkirinek biçûk bigirin dest.”
DÎMEN HEYE
 
* Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît balkişand ser krîza aborî û sedema bi bandorbûyina jinan a ji krîzê pergala kapîtalîst. Gulîstanê wiha berdewam kir: “Bedela krîza aborî ya Tirkiyeyê jin û zarok didin. Lê em dibînin ên asta jor bi awakî cidî dewlemend bûne. Hewl didin deyn li me bar bikin.”DÎMEN HEYE
 
*Sar û sermayek ku dil dilerizand li ser rûyê bajarekî kevnar xwe danîbû. Di nava wê sermayê de du keziyên ji bêhna rihanan ku 7 rojî di nava xwînê de mabûn, bûbû şahidê firîna çivîkên ku di berbanga sibehê de çavên xwe ji dengê tank û topan vekiribûn. Çivîkên ku rengên çavên xwe ji keziyên ji bêhna rihanan û di nav xwînê de mabûn, girtibûn jî bûbûn şahidê kêliyên ku di nav diranên şevşevokên har de asê mabûn. Kêliyên ku ji ser 3 sal derbas bûn, rih dabû rastiyek dîrokî. JI PÊNÛSA JINAN