Li Strasbourgê li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan çalakiya bêdem û bêdorveger dest pê kir
- 17:06 17 Kanûn 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Înîsiyatifa Ji Ocalan Re Azadî, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Strasbourgê çalakiya greva birçîbûnêya bêdem û bêdorveger dest pê kir.
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku diçe belav dibe. Piştî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dawî û bêdorveger kir û 40 rojin di grevê de ye, li Girtîgehan jî 30 girtiyên PKK'ê û PAJK'ê li 6 girtiyan dest bi greva bêdawî û bêdorveger kirin. Çalakiyên girtîgehan ên 10 roj dorveger jî bi koma sêyemîn berdewam dike. Îro jî Koma Înîsiyatifa Ji Ocalan Re Azadî, li Strasburgê dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger kir. Rojnomeger Gulistan Îke bi kurdî û Dîlek Ocalan jî bi tirkî daxuyanî dan û çalakiya xwe ji raya giştî re aşkere kirin. Gulistan Îke di daxuyaniyê de diyar kir ku bi armanca tecrîdkirina Ocalan bişkînin û Ocalan azad bikin komek endamên Înîsiyatifê ku di navde Gulistan Îke, Dîlek Ocalan, Yuksel Koç û gelek kesên din jî di navde dest bi greva bêdawî û bêdorveger kirine.