Ji bo nexweşên girtî qertên piştgiriyê hatin şandin
- 16:00 17 Kanûn 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê bi munasebeta Hefteya Mafên Mirovan qertên piştigiriyê ji nexweşên girtî yên li girtigehên Herêma Egeyê re şand.
Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan a di navbera 10-17'ê Kanûnê de Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (KMM) a li Îzmîrê
qertên piştigiriyê ji nexweşên girtî yên li girtigehên Herêma Egeyê re şand. Ji bo çalakiya piştigiriyê tevî endamên ÎHD'yê gelek kes hatin ba Postexaneya Konakê.
Sekreterê Şaxa KMM'ya Îzmirê Ahmet Çiçek li ber postaxaneyê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa nexweşan û diyar kir ku gelek kes piştî ku dikevin girtîgehan nexweş dikevin.
Piştî daxuyaniyê KMM'yîyan qertên piştgiriyê şandin.