Xwendekara Zanîngehê Bêrîvan Bila hat tehliyekirin

  • 12:45 17 Kanûn 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekara beşa rojnamegeriyê Bêrîvan Bila bi hinceta ku heqaret li Serokkomar Tayyip Erdogan kiriye li Trabzonê hatibû binçavkirin. Bêrîvanê hat tahliyekirin. 
 
Xwendekara beşa rojnamegeriyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Karadenizê, Bêrîvan Bila di 6'ê Kanûnê de bi hinceta ku heqaret li Serokkomar Tayyip Erdogan kiriye li Trabzonê hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Bêrîvanê hat tahliyekirin.
 
Endam Malên Gelan Bêrîvan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ber ku nivîsa "Rojnamegerî Ne Sûc e" nivîsandibû hatibû girtin. Bêrîvanê ji hesabê xwe yê Malên Gelan ê medyaya civakî ragihand ku ew hatiye tehliyekirin.